Îdîanameya HDP’ê nedan parêzeran: Fermana serdozger heye 2021-06-10 11:47:45 ENQERE - Parêzeran îdîanameya derbarê girtina HDP’ê de hatiye amadekirin xwestin, lê bersiva “Ji serdozgeriyê ferman heye, dê tu agahî û belge neyin dayîn” ji bo wan hat dayin.   Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, îdîanameyek nû derbarê girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  de amade kir û j idi 7’ê Hezîranê de ji Dadgeha Destûra Bilind (AYM) re şand. Parêzerên endamên Komîsyona Hiqûqî ya HDP’ê, ji bo ku mînakekê îdîanameyê ji bo wan bê dayîn, serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind dan. Serdozgeriyê, diyar kir ku ewê têkildarî vê daxwazê li parêzeran vegere.    FERMANA SERDOZGERIYÊ YE   Parêzerên HDP’ê, ji ber ku serdozgeriyê li wan ne vegeriya, îro li dozgeriyê geriyan û pirsa aqûbeta daxwaza xwe kirin. Rayedarên serdozgeriyê ev bersiv dan parêzeran: “Ji serdozgeriyê ferman heye, dê tu agahî û belge neyin dayîn.”   KÊMASÎ TÊN NÎQAŞKIRIN!   Parêzerên ku me têkildarî mijarê bi wan re hevdîtin kirin, wiha gotin: “Îdîanameya berê ya derbarê HDP’ê de hatibû amadekirin, ji aliyê medya alîgirê desthilatdariyê ve hatibû bi dizî hatibû serwîskirin. Serdozger bi awayekê keyfî tevdigere. Em difikirin ku kêmasiyên di îdîanayê de tên nîqaşkirin.”   MA / Zemo Aggoz