Li seranserê dinyayê hejmara zarokên karker gihîşt 160 milyonan 2021-06-10 12:37:10 STENBOL – Li gorî rapora UNICEF û ÎLO’yê ya têkildarî zarokên karker, li gorî salên borî hejmara zarokên karker zêde bûye û gihîtiye 160 milyonan. Di raporê de hişyarî hat kirin ku heta dawiya salê bi milyonan zarok li vê rêjeyê zêde bibin.    Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) rapora xwe ya derbarê zarokên karker de ku ji 4 salan carekê amade dikin aşkera kirin. Li gorî raporê li seranserê dinyayê piştî çend salan careke din hejmara zarokên karker zêde bûye û gihîştiye 160 milyonan.  Di raporê de hişyarî hat kirin ku heta dawiya salê 46 milyon zarok li vê rêjeyê zêde bibin.