Nivîskar û rojnamevanên bi kurdî dinivîsinin hatin xelatkirin 2021-06-10 18:39:20     AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd û MED-DER'ê bi armanca xwedîderketina li zimanê kurdî û keda jinan, li Amedê şahiyek li dar xistin û plaket dan nivîskar û rojnamegerên jin.   Bi pêşengiya Rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd û MED-DER'ê li Amedê ji bo jinên nivîskar û rojnamegerên jin, şahiyek hat lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remzîye Tosûn, gelek rojnameger û nivîskarên jin bi cilên xwe yên herêmî beşdarî şahiyê bûn. Berî şahî bê lidarxistin, Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan û Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray bi axaftinên xwe bal kişandin ser girîngiya zimanê kurdî û gotin divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Parlamentera HDPê Remziye Tosûn jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya axaftina bi zimanê kurdî û da zanîn divê her kurd xwedî li zimanê kurdî derkeve.   Ji bo nivîskar û rojnamegerên jin plaket hatin dayîn.    Piştî axaftinan plaket ji bo nivîskar û rojnamegerên jin hatin dayin. Jinên plaketên xwe girtin, peyama xwedîderketin û yekîtiya ji bo zimanê kurdî dan.    Piştî dayina plaketan, jinan li ber stranên kurdî govend gerandin.