Hêceta redkirina doza ‘Jêrzemînên Cizirê’ hat weşandin 2021-06-11 09:42:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêceta redkirina serlêdana têkildarî kesên di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan a li AYM’ê hatibû kirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.   Di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Cizîra Şirnexê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û 79 rojan berdewam kiribû. Têkildarî kesên dema qedexeya derketina derve di “jêrzemîna seyemîn” de jiyana xwe ji dest dabûn li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) doz hatibû vekirin û pişt re hatibû redkirin. Hêceta redkirina doza li AYM’ê hatibû vekirin di Rojnameya Fermî de hat weşandin.    AYM’ê ji biryara redkirinê re “Belgeyên kêm di demê xwe de nehatin temamkirin” weke hêcet nîşandan. AYM’ê, serlêdana têkildarî mirinên di jêrzemîna sêyemîn ku di nava civakê de weke “jêrzemînên wehşetê” tên zanîn ên di dema qedexeya derketina kolanan a li Taxa Cûdî ya Cizîrê de çêbûn, di 21’ê nîsanê de red kiribû.    Dosyaya ku parêzeriya wê Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan dike Ahmet Tûnç, Arjîn Edîn, Berîvan Edîn, Guler Yerbasan, Kemal Koç, Mehmet Akyol, Mehmet Sîraç Ozgul, Muhammed Alî Edîn, Nermiya Îverendî, Recep Demîr, Sahîp Baran Edîn, Saît Bîlgîç, Selîm Ozkûl, Suleyman Edîn, Suleyman Tûrgût û Zekiye Edîn weke serlêdar cih digirtin.    Serlêdana têkildarî 19 jê zarok 34 kesên di encama balafirên şer di 28’ê Kanûna 2011’an de li Gundê Roboskê yê navçeya Qilebana Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn jî bi heman hêcetê hatibûn redkirin.