Berdevkê Artêşa Iraqê: Ya ku tê jiyîn dagirkeriyek mezin e 2021-06-11 14:48:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Fermandariya Giştî yê Arteşa Iraqê Yahya Resûl, derbarê operasyona TSK’ê ya derveyî sînor daxuyanî da û got: “Ya ku tê jiyîn dagirkeriyek mezin e.”   Hêzên Çekdarên Tirk (TSK), li Herêma Federe ya Kurdistanê, di 23ê Nîsanê de, hem hewayî û hem jî bejayî dest bi operasyonê kir û operasyon hîna jî dewam dike. Di heman demê de, PDK bi operasyona TSK’ê re, hêzeke xwe ya zêde li Metînayê bi cih kir û bi Tirkiyeyê re beşdarî operasyonê dibe. Yekîneyên taybet ên PDK’ê, tevlî operasyonê dibe. Bertekên li dijî PDK’ê mezin dibin. Têkildarî operasyona derveyî sînor a Tirkiyeyê jî ji gelek aliyên cuda ve daxuyanî tên dayîn.   Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yahya Resûl, di civîna li dar xist de, derbarê operasyona Tirkiyeyê ya derveyî sînor de, daxuyanî da çapememiyê.   Li gorî nûçeya di RojNewsê de cih girt, Yahya Resûl, diyar kir ku Artêşa Tirk bi kûrahiya 20 kîlometreyan ketiye xaka Iraqê.  Yahya Resûl, bal kişand ser operasyona dewam dike û wiha got: “Ev yek li gorî lihevkirina her dû aliyan, gelek zêdeye. Artêşa Tirk hejmara baregehên xwe yên di nava Herêma Kurdistanê de zêde kiriye. Hatina ber bi pêş a dewleta Tirk ne raste, divê Tirkiye rêz li serweriya Iraq û welatên cîran bigre.”   Resûl ji bo çareseriyê jî, ragihand ku baweriya wan bi rêyên dîplomasî û guftugoyê heye û wiha dawî li axaftina xwe anî:  “Ya ku îro li ser xaka Iraqê tê jiyîn, dagirkeriyek mezine. Dewleta Tirk qada hewayî ya Iraqê binpêkiriye, divê bi rêya sîstema parastina esmanî, ev yek were çareser kirin.”