Li qûntara Cûdî banga xwedî derketina li xwezaya Kurdistanê kirin 2021-06-11 14:50:49   ŞIRNEX – Hevserokên KCD'ê û DBP'ê jî di nav de bi sedan kes li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê meşiyan Çiyayê Cûdî û bertek nîşanî birîna daran û şewitandina daristanan dan.   Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li dijî şewitandina daristan û birîna darên li Çiyayê Cûdî, li bajaroka Gundikê Melê li hev civiyan û ber bi qontara Çiyayê Cûdî ve meşiyan. Hevserokê Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Keskîn Bayindir û parlamenterên HDP’ê Hûseyîn Kaçmaz, Tûlay Hatîmogullari, Dersîm Dag, rewşenbîr, hûnermend jî di nav de bi sedan kes tevlî meşê bûn. Di dawiya meşe de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta "Xweza hebûna mirovahiyê ye werin em bi hev re li xwezayê xwedî derkevin"  hat vekirin. Dovîzên  “Xweza jiyan e, Cudî rûmet e xweza hebûn e, Cudî dişewite, daristan dişewitin" hatin rakirin.    'EM JI MIRIN Û KUŞTINAN BÊZAR BÛN'   Di daxuyaniyê de destpêkê Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tûlay Hatîmogullari axivî. Hatîmogullari, bal kişand ser talankirina xwezayê û diyar ki ku li dijî talankirina xweyazê ew ê heta dawiyê tebikoşin û wiha got: “Hûn erdnîgariyeke ku mirov nikare lê bijî diafirînin. Çiyayê Cûdî yê me ye. Mîna Ege û Behra Reş, ev  jî axa me ye. Em ê bersiva van êrîşan bidin. Çareserî aşitî ye. Em ji mirin û ji rijandina xwînê bêzar bûne. Yê dikuje jî û yê ku dimire jî westiya ye. Ev erdnîgarî ji van tundî û êrîşan bêzar bûye. Ger ev talan bidome, dê êdî mirov  ji bo avê şer bikin. Divê em ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd, sazkirina dad, azadiya jin û pêşeroja xwe, zêdetir têbikoşîn. Em ê li her deverî li dijî talankirinê  têkoşîna xwe bidomînin."   'TALANKIRNA XWEZAYÊ JI PÊŞEROJÊ RE GEFEKE'   Pişt re hevserokê KCD'ê Berdan Oztûrk axivî. Oztûrk jî bi lêv kir ku li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê tifaqî pêwîste û wiha got: “Li Kurdistanê li ser navê operasyonan şerekî taybet tê meşandin û xwezaya me tê şewitandin. Ev xwezaya ne tenê ya kurdan e. Bi şewitandinê, tunekirinê hûn ne tenê mîrasa mirovahiyê, di heman demê de zindiyên xwezayê jî tune dikin. Talankirina xwezayê ji bo pêşeroja mirovahiyê gefek e. Em vê talankirinê qebûl nakin. Li hemberî talankirina xwezayê ne tenê kurd divê hemû gelên Tirkiyeyê bertek nîşan bide.   LI HEMBERÎ HIŞMENDIYA YEKPEREST TÊKOŞÎNEKE HEVPAR   Oztûrk, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku li dijï şer helwesteke hevpar pêwîste û ev tişt got: “Em vê yekê baş dizanin heta ku Pirsgirêka Kurd çareser Nebe, ev qirkirin û talan jî wê bi dawî nabe. Em li vir bangawaziya xwe dubare dikin û dibêjin; divê herkesê ku li Tirkiyeyê dijî, ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd deng derbixe. Roj roja bidawîkirina tecrîda li ser Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Bi rakirina tecrîdê civateke azad û aram pêkane. Li hemberî vê hişmendiya mêtinger û yekperestî bersiva herî xurt têkoşîn e. Têkoşîna me ne tenê li Kurdistanê wê li her deveran bidome. Werin em bi hev re li hemberî vê hişmendiya talanker tebikoşin. "   Piştî daxuyaniyê meşeke girseyî pêk hat. Pişt re girse derbasî çalakiya rûniştinê bû. Çalakiya rûniştinê bi klam û dirûşmeyên "Bimire xiyanet" bi dawî bû