TOHAV û OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin 2021-06-11 15:01:13 RIHA - TOHAV û OHD’ê, serdana Malbata Şenyaşar a li pêş avahiya edliyê têkoşîna xwe ya “Edaletê” didomîne, kirin.    Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 95’emîn de berdewam dike. Serdanên piştevaniyê yên Malbata Şenyaşar didomin. Endamên Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), şaxên wê yên Wan, Stenbol, Amed û Rihayê, nûnertiya wê ya Dîlokê û Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV) li pêş avahiya Edliyeya Rihayê serdana malbatê kir. Ji xeynî Hevserokên Giştî yên OHD’ê Îlknûr Akcan û Bunyamîn Şeker nûnerên şaxan û gelek parêzer beşdarî serdanê bûn.    ‘EM MÛXATABAN NABÎNIN’   Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar spasiyên xwe ji şandeya hatin serdana wan re peşkeş kirin û wiha gotin: “Em hêzê ji piştevaniya we ya hiqûqî digirin û ser piya dimînin.” Ferît Şenyaşar, têkildarî pêvajoya dosyayên dozê parêzer agahdar kir û wiha axivî: “Li nexweşxaneya dewletê li pêş xebatkarên cemaweriyê komkujiyek hat jiyîn. Dayika min kesên ku hatin qetilkirin teşxîs kirin ê hêj jî nehatine girtin. Bi ser bûyerê re 3 sal derbas bûn lê em dozgerekî muxatab nabînin. Ji bo ku di nav vî karî dew parlementerek heye kes naxwaze vê dosyayê bigire.”   ‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’   Hevseroka Giştî ya OHD’ê Îlknûr Akcan destnîşan kir ku di têkoşîna edaletê de weke OHD û TOHAV 3 sal in li cem malbatê ne û wiha got: “Em piştevaniya we dikin ji ber ku rewşa darazê ya li welat di holê de ye. Êdî mirov di eywanên dadgehan de edaletê nagerin ji ber ku daraz lêpirsîneke bi bandor bi rê ve nabe. Hemû Tirkiye dizane ku kujer kî ne. Divê faîl bi lêpirsîneke bi bandor bên cezakirin. Weke gelek qadan di vê qadê de jî lepirsînek nehat bi rê ve birin. Bi mehan parêzeran nobetên edaletê girtin. Gelek mirov bi vî awayî lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Em di vê têkoşîna we ya mafdar de li cem we ne. Hevalên me yên parêzer ji nêz ve dişopînin. Em ê bi hev re vê têkoşînê bidomînin.”   ‘KESÊN KU KOMKUJÎ PÊK ANÎNE BIŞOPÎNIN’   Dayik Emîne Şenyaşar jî komkujiya ku bû şahidê wê û neheqiyên ku li wan hatine kirin ji şandeyê re vegot. Şenyaşar, bertek nîşanî polîsên ku seredan bi qemereyê dikişandin da û wiha got: “Şûna ku hûn ê me bişopînin herin kesên ku komkujî pêk anîne bişopînin. Serbest digerin.”   Şandeyê heya demekê bi malbatê re nobet girt.    Li aliyê din, malbatê li ser hesabên xwe yên medya sanal ev parkirin kir: “Ji kesên ku destên xwe ji ser edaletê  nekişîne û kesên di qesrên edaletê de kesên serê xwe diparêzin re lanet be. Dozgerên ku 3 sal in berpirsyarên rast na darizînin, ji wan re hesantir hat ku kesên li edaletê digerin bidarizînin. Kesên ku li saziya dewletê komkujî pêk anîn bidarizînin!”