Polîsan destûr neda nimêja cenaze bê kirin! 2021-06-11 16:15:36    MÊRDÎN - Polîsan destûr nedan ku nimêja cenazeyê Ferhat Akkûrt ê li Elbak a Wanê, di şer de jiyana xwe ji dest da bû, bê kirin.    Li çoltera Elbak a Wanê, di 5’ê Hezîranê de, 3 HPG’iyan di şer de jiyana xwe ji dest da bûn. Cenazeyê ji 3 HPG’iyan Ferhat Akkûrt duh teslîmî malbata wî hat kirin. Malbat ji bo ku cenazeyê kurê xwe defin bike, anî navçeya Midyat a Mêrdînê.    Cenazeyê Akkûrt, duh bi şev di ablûkeya bi dehan maşîneyên zirxî de, li Goristana Yenî ya Midyatê hat definkirin.  Polîsan ji derveyî ferdên malbatê, destûr nedan ku kes beşdarî merasîma cenaze bibe. Di heman demê de, hat diyarkirin ku polîsan destûr nedaye ku nimêja cenazeyê Akkûrt bê kirin.