'Divê em berxwedana girtiyan mezin bikin' 2021-06-12 09:01:14 STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û demokratîk, ji bo xwedîlêderketina li çalakiyên greva birçîbûnê bang kirin û gotin: "Mezinkirina berxwedana girtiyan deynê stuyê me ye."  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 198'an de didomin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û demokratîk ji bo xwedîderketina li çalakiyên girtiyan bang kirin.    Endamê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Yasîn Yalçin, anî ziman ku îqtidar bi polîtîkayên xwe yên li girtîgehan dixwaze dengê derve bitepisîne. Yalçin, destnîşan kir ku kî dengê xwe bilind dike tê girtin û got: "Li girtîgehan mafên herî rewa tên binpêkirin. POlîtîkayên ku jiyanê binpê dikin, fermana 'mirinê' didin. Di tu qanûnê de astengkirina hevdîtina bi telefonê û hevdîtina bi malbatê re tune ye. Girtîgeh veguherandine malên mirinê. Divê dengê girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, li derve olan bide."    TÊKOŞÎN    Endama SES'ê Hanîfe Gedîk, destnîşan kir ku baş xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê nehatiye derketin. Gedîk, bilêv kir ku têkoşîna li girtîgehan têkoşîneke birûmet e û got: "Berxwedana wan a li hundir, dê bi dengê me yê li derve watedartir bibe. Heger em nebin dengê têkoşîna wan, em ê wan bi mirinê re rû bi rû bihêlin. Grevên birçîbûnê li ber faşîzmê li ber xwe didin, lê bêdengiya me ne li gor ruhê pêvajoyê ye."    Gedîk, bal kişand ser tenduristiya girtiyan jî û destnîşan kir ku her diçe şert û mercên tenduristiya wan talûketir dibin û xwest demildest tevdîr bên girtin.    BERXWEDAN   Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dogan Çelîk jî destnîşan kir ku li girtîgehan mafên mirovan û edalet tê binpêkirin û tecrîd gihaştiye asteke pir xedar. Çelîk, xwest xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê bê derketin û got: "Mezinkirina berxwedana girtiyan deynê stuyê me ye. Raya giştî ya cîhanê têkoşîna kesên ji bo ked, aştî û demokrasiyê bedena xwe dane ber birçîbûnê, dibîne. Daxwaza ji bo edaletê daxwaza hemû gelan e."