Pirsên faşîst ên ezmûna fînalê betal bûn 2021-06-13 14:17:17   NAVENDA NÛÇEYAN – Zanîngeha Pamûkkaleyê, pirsên xwe yên faşîst ên derbarê girtina HDP’ê de ku di ezmûna fînalê de ji xwendekaran kiribû, ji ber bertekên zêde betal kir.    Pirsên faşîst ku Beşa Îktîsada Îngilîzî ya Faqulteya Zanîstên Îdarî û Îktîsadî ya Zanîngeha Pamûkkaleyê ji xwendekarên pola yekemîn kiribû, hatin betalkirin. Zanîngehê, bi mexseda doza girtina HDP’ê ji xwendekaran ev pirs kiribûn: “Dozgeriya tirk ji dadgeha bilind a welat daxwaza girtina kîjan partiya muxalefeta serke ya alîgira kurd kir ku bê girtin? Kîjan saziyê xwestibû partiya muxalefetê ya alîgira kurd bê girtin?”   JI ZANÎNGEHE DAXUYANÎ   Li ser bertekên zêde yên li dijî van pirsên faşîst Zanîngeha Pamûkkaleyê, li ser hesabê xwe yê medya sanal têkildarî mijarê ev daxuyanî da: “Pirsên ku di çapemeniya neteweyî de cih girtine hatine betalkirin û derbarê mijarê de lêkolîn hatiye destpêkirin.”