Delegasyona Navneteweyî: Demildest Tirkiye vekişe 2021-06-13 14:59:47   NAVENDA NÛÇEYAN – Delegasyona Navneteweyî ya ji bo Azadî û Aştiyê ya li Kurdistanê, nerazîbûn nîşanî astengiyên li Hewlêrê da û diyar kir ku ew nûnertiya tu partiyeke kurd nakin û "enternasyonalîst" in. Delegasyonê xwest ku Tirkiye ji herêmê vekişe.   Delegasyona Navneteweyî ya ji bo Azadî û Aştiyê ya li Kurdistanê, derbarê astengiyên ku li Herêma Kurdistanê ji wan re tên derxistin daxuyaniyek da û bertek nîşanî astengiyan da. Delegasyonê, diyar kir ku weke siyasetmedar, akademîsyen, aktîvîstên mafên mirovan, sendîkavan, rojnamevan, femînîst û ekolojîstên ji 14 welatan xwestine çavdêriyê li rewşê bikin.   ‘DAGIRKERÎ BINPÊKIRINA HIQÛQÊ YE’   Berdewama daxuyaniyê bi berfirehî wiha ye:   “Bi 150 kesî me xwest ku tevkariyê li diyaloga navbera aktorên siyasî yên kurd bikin, diyalogê bi parlamenterên hemû partiyan re çêbikin û serdana saziyên civakî yên sivîl bikin. Dagirkeriya artêşa tirk aşkera binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Cihê xemgîniyê ye ku civata dewletên navneteweyî di vê mijarê de bêdeng e û ji bo Tirkiyeyê li gorî qanûnên navneteweyî û hiqûqa mafên mirovan tevbigere gavekê neavêje.   ‘TU SEDEMEKE REWA YA VÊ ZEXTÊ NÎNE’   Saziyên ku me plan dikir serdana wan bikin, hatin tepisandin û xwe ji civînên bi me re vekişandin. Beşeke mezin a heyetê nikaribû bê Kurdistanê jî. Heta niha 25 kes an hatine dersînorkirin an jî li ber dersînorkirinê ne. Her wiha li balafirgeha Dusseldorfê ya Almanyayê herî kêm 27 kes hatin astengkirin ku biçin Kurdistanê. Sparteyeke hiqûqî ya van astengî û dersînorkirinan nîne. Tu sedemeke rewa ya vê zexta li me tê kirin nîne. Ji bo piştgiriya bi gelê kurd û komên nîjadî û olî yên li Kurdistanê em li vir in.   ‘EM NÛNERTIYA TU PARTIYEKE SIYASÎ NAKIN’   "Em enternasyonalîst in û nûnertiya tu partiyeke kurd an jî tevgereke siyasî nakin. Em li dij in ku Kurdistan ji aliyê dewletên derve ve bê mêtingehkirin. Em ne ji bo wê yekê li vir in ku li ber partiyeke kurd rabin. Ev rewş xefikeke; fikar heye ku paşeroja kurdan, aştî û paşeroja Rojhilata Navîn bixe nava xeteriyê, veguhere şerê çekdarî.   DIVÊ ARTÊŞA TIRK TAVILÊ VEKIŞE   Daxwaza me ya lezgîn ew e ku kurd hemûyan di vê mijarê de hişyar bike, diyalogê bide çêkirin. Divê çareseriyeke siyasî bê peydakirin û helwest li dijî gefên ji derve bê nîşandan.”   1- Endamên heyetê yên hatine girtin, yan jî dersînorkirin hemû bên berdan û destûr ji wan re bê dayin ku tevlî yên mayî bibin.   2- Aktorên siyasî yên kurd hemû diyalogê bi hev re çêbikin.   3- Em bang li saziyên mirovî û siyasî yên navneteweyî dikin ku piştgiriyê bidin çareseriyeke aştiyane. artêşa tirk divê tavilê ji herêmê vekişe.”