Di bombebarana Tirkiyeyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da 2021-06-13 16:30:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirkiyeyê li Silêmaniyê wesayîteke sivîl bombebaran kirin û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da.    Êrişên ku Tirkiyeyê bi piştgiriya PDK'ê di 23'ê nîsanê de li Başûrê Kurdistanê da destpêkirin didomin. Balafirên şer ên Tirkiyeyê li herêma bajaroka Pişderê ya Silêmaniyê wesayîtek sivîl bombebaran kirin. Rêveberê bajaroka Helşo Bekir Weysî, têkildarî bombebaranê ji Rojnews’ê re ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyeyê saet di 13.20’an de herêmeke gundê Kanî Lanî yê bajarokê wesayîteke sivîl bombebaran kirine û di encama bombebaranê de 4 kesên nasnameya wan nediyar jiyana xwe ji dest dane.   ‘CIHÊ SIVÎLAN E’   Bekir Weysî, têkildarî herêmê jî, ev agahî dan: "Ev herêm ne herêmeke leşkerî ye. Cihê sivîlan e. Gelek nêzîkî Helşo û Qeladizê ye. Riya welatiyan e. Li van herêman çewlikên gundiyan hene. Rojane hatin û çûn heye.”    Her wiha Bekir Weysî, da zanîn ku ji bo diyarkirina nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dane lîjneyek ava kirine.