ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2021'AN 2021-06-14 09:00:08   * Siyasetmedarê Kurd Makî Revend ê li Başûrê Kurdistanê dijî, anî ziman ku bûyera li Metînayê ku 5 peşmergeyan tê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê MÎT û PDK ve hatiye kirin û got: "Dê vê carê jî sivîlan bikûjin û bixin stûyê PKK'ê."   * Gelê Wanê, bertek nîşanî doza girtina HDP’ê ya cara duyemîn hat vekirin dan û gotin: “Em weke gelê Kurd û wanî heya dawiyê bi HDP’ê re ne.”   * Girtî Mehmet Hayme ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heta niha sê caran ketiye greva birçîbûnê, wiha got: “Tenê armancek me heye; Ew jî azadiya Birêz Abdullah Ocalan e.”   * Li gundê Aynvertê ku nebiyên suryaniyên ku piştî berxwedana 62 rojan ji Komkujiya Sayfo xelas bûne lê dijîn, piştî 106 salan jî şopên berxwedan, êş û komkujiyê hene.   * Ekolojîstan, diyar kirin ku hilweşîna li herêmekê ku şer lê heye, tevahiya ekosîstemê berovajî dike û gotin: “Ev jî wê bi xwe re pirsgirêkên weke kêmbûna ava bin erdê, zuhabûn, krîza xwarin û birçîbûnê bîne.”   * Mehmet Şenyaşar ê bav û 2 birayên xwe di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin û ew bi xwe jî bi “teqlîdkirina mirinê” ji bûyerê rizgar bû, wiha got: “Me kiryar teşxîs kirin, lê hîna jî dest û milên xwe dihejin û di ber me re derbas dibin.”    * Çalakiya nobeta “Edaletê” ku Malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê da destpêkirin di roja 98’emîn de wê berdewam bike.    * Danişîna 3'yemîn a Doza Kobanê wê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê were lidarxistin. (09.30)   * TUAY-DER'a Çûkûrova wê têkildarî greva birçîbûnê ya girtiyan ku gihîşt 200 rojî li avahiya xwe daxuyanî bide. (12.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê wê di çarçoveya hevdîtinên "Ji xizaniya jinan re na" li herêma Çûkûrovayê bi jinan re were gel hev. (12.00-20.00)   * Şaxa OHD'ê ya Amedê wê têkildarî bûyerên îşkenceyê ku zêde bûne li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe.