Greva birçîbûnê di roja 200’an de ye: Daxwaz azadiya Ocalan e 2021-06-14 09:07:50 AMED - Girtî Mehmet Hayme ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heta niha sê caran ketiye greva birçîbûnê, wiha got: “Tenê armancek me heye; Ew jî azadiya Birêz Abdullah Ocalan e.”   Li Girtîgeha Tîpî F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, 22 salin tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê navber dewam dike. Tevî ku hevdîtinên parêzer û malbatê yên bi Ocalan re ji bo hin deman ji ber bertekên zêde destûr hatin dayîn jî, lê şert û mercên girankirî yên tecrîdê yên li İmraliyê qet bi tevahî ji holê ranebûn. Ocalan, herî dawî ji ber grevên birçîbûn û bertekên rû dan, di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re û di 25’ê Adara 2021’an de jî bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê hevdîtin kirin.   ÇALAKÎ DI ROJA 200’AN DE YE   Çalakiyên li dijî tecrîdê bê navber dewam dikin. Herî dawî girtiyên siyasî, bi armanca ku tecrîd rabe û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibe, di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Çalakiya girtiyan jî îro ket roja 200’emîn de. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi pêşengtiya jinan li Wargeha Mexmûrê ya li Herêma Federe ya Kurdistana Iraqê dest pê kir, di roja 179’emîn de ye. Greva birçîbûnê ya Kampa Lavrîo ya Yûnanîstanê jî di roja 162’yemîn de berdewam dike.   Girtî Mehmet Hayme yê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê li dijî tecrîdê ket greva birçîbûn û Hevserokê Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) Mehmet Emîn Guzel, çalakiya greva birçîbûnê ya ket roja 200’emîn de nirxandin.   DAXWAZEK BI TENÊ: AZADÎ   Mehmet Hayme, bal kişand ser çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû û wiha axivî: “Wê demê ez 87 rojan di greva birçîbûnê de mam. Du caran ez tevlî çalakiyê bûm. Weke ku hûn jî dizanin em dinava têkoşînek mezin de ne û tenê yek armanca me heye. Ew jî azadiya Birêz Abdullah Ocalane. Armanc û daxwazek me ya din tuneye.”    PEYAMA BIRYARDARIYÊ    Hayme, tekez kir ku ew ê tevî her cure encaman dev ji armancên xwe bernedin û wiha got: “Azadiya Birêz Ocalan, rizgariya gelê Kurd, Kurdistan, jinan, zarokan, ciwanan û tevahiya mirovahiyê ye. Ji vê armancê em niha di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Me bi baweriyek mezin dest pê kir û em wisan jî dewam dikin. Bêguman, dijwarî û zext hene, lê em serî natewînin. Rayedar ev demek dirêje guh nadin daxwazên me. Dermanên hevalên me yên nexweş nadin. Em nekarin derkevin baxçe û werzîşê bikin. Em nikarin civînên xwe pêk bînin. Girtiyan dişînin girtîgehên dûr. Zext û tundiya derûnî li ser me dikin. Lê em hemû ji bo me ne encamin. Ji ber vê çalakiya di girtîgehan de, berxwedanek dîrokiye. Niha li girtîgehê 3 hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Em tenê tiştek ji gelê xwe dixwazin; Em ciwanên Kurd di şopa bav û kalên xwe, ax, çand û zimanê xwe de ne. Em zarokên vî gelî ne, me tiştek ji kesekê nediziye, armanca me tenê şerê hebûna me û axa me ye. Gelê me tenê bila van zanibe û ji têkoşîna ku me daye destpêkirin re bibe deng.”   ‘BINPÊKIRIN ZÊDE BÛNE’   Hevserokê TUAY-DER’ê Mehmet Emîn Guzel jî, diyar kir ku girtiyên di greva birçîbûnê de ne, dixwazin ku mîna hemû girtiyên din mafên wan bên dayîn û wiha axivî: “Çalakger dixwazin tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Tecrîda li dijî Birêz Ocalan, bandorê li hemû civakê kiriye. Îro tu mirov û sazî nikarin daxuyaniyên çapemeniyê bidin. Weke ku her kes di girtîgeh servekirî de bin. Mirov nikarin mafên xwe daxwaz bikin.”   ‘DENG DERXÎNIN’   Guzel, da zanîn ku darbarê binpêkirinên mafan de, ji girtîgehan bi sedan serlêdan ji bo komeleya wan tên kirin û wiha bi dawî kir: “Ev serlêdan an bi nivîskî ya jî bi devkî tên kirin. Bi taybetî li girtîgehên nû vedibin, her tim binpêkirinên mafan tên jiyîn. Di serê van binpêkirinên mafan de, lêgerîna tazî tê. Dîsa kincên girtiyan nadin wan û girtiyan derb dikin. Ji bo ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, divê hemû kes li dijî binpêkirinên mafan dengê xwe bilind bikin.”    MA / Cengîz Ozbasar