Doza Soma bi dirûşmeya ‘Edaletê’ dest pê kir 2021-06-14 11:25:23   MANÎSA - Doza Soma ya ku berpirsiyarên mirina 301 karkeran ji tên darizandin dest pê kir. Parêzer Can Atalay ê li ber edliyê daxuyanî da, wiha got: “Doza me doza kesên ku dema nan qezenc dikirin hatin kuştin e.”   Li navçeya Soma ya Manîsayê di 13’ê Gulana 2014’an de li kana komirê teqîn rû dabû û 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî ku Dadgeha Bilind cezayên ku di Doza Komkujiya Soma de li bersûcan hatibûn birîn betal kir, doz ji nû de hat destpêkirin. Danişîna 3’yemîn a ji nû de darizandinê dest pê kir    Malbatên karkerên madene yên jiyana xwe ji dest, Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, Serokwekîlê Koma CHP’ê Ozgur Ozel, gelek nûnerên partiyên siyasî û sendîkayan berî danişînê li Qada Îstasyonê ya Akhîsarê kom bûn û heya pêş edliyê meşiyan.    HEYA PÊŞ EDLIYÊ MEŞIYAN   Li gel barana zêde jî meş hat lidarxistin. Di meşê de, pankartên “Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin” û navên 301 kerkerên madenê lê nivîsandibûn hatin vekirin. Bê navber dirûşmeyên “Komira Somayê wê kujeran bişewitîne”, “Dê karker hesab ji kujeran bipirsin,” û “Dê AKP hesap bide gel” hatin berzkirin. Komkujiyên li Amed, Enqere û Pirsûsê hatin bibîrxistin û dirûşmeya “edaletê” bilind bû.   ‘ME LÎSTIKÊN WAN XIRAB KIRIN’    Ji parêzerên dozê Can Atalay li ber edliyê daxuyanî da û wiha axivî: “Têkoşîna me têkoşîna edaletê ye. Her çendê hat pêşbînîkirin ku komkujiya li Somayê dê biqewime, pêşî lê negirtin. Doza me doza kesên ku dema nan qezenc dikirin hatin kuştin e. Çar aliyên Tirkiyeyê li Soma yê meze dikin. Gelek dek û dolap zivirandin. Lê me lîstikên wan xirab kirin. Em hîna di serê rê dene. Emê yek bi yek hemû lîstikên wan xirab bikin.”   DANIŞÎNÊ DEST PÊ KIR   Girse piştî daxuyaniyê derbasî salona danişînê bû. Danasîna nasnameyan hat kirin. Bersûc carek din nehatin salona danişînê. Şandeya dadgehê, biryara redkirina daxwaza redkirina dadger a parêzeran a 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Manîsayê xwend.   Danişîn bi parastina parêzeran dewam dike.