Şandeya Aştiyê li Hewlêrê kampanya da destpêkirin 2021-06-14 12:03:48 HEWLÊR - Şandeya Aştiyê, ji ber ku hêzên PDK'ê nehiştin ku li pêşiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyê bide, li pêşiya otela ku lê dimînin dest bi çalakiya rûniştinê kirin û şandeyê ragihand ku wan li dijî êrişan kampanyaya navnetewî daye destpêkirin.    Şandeya Aştiyê xwest li pêşiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê daxuyaniyekê bide çapemeniyê, lê belê hêzên PDK'ê nehişt ku endamên şandeyê ji otelê derkeve. Li ser vê yekê endamên Şandeya Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Endamên şandeyê astengiya PDK'ê bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Kurdistan" şermezar kirin.    Şandeyê daxuyanî dan û ragihand ku wan li dijî êrişên Tirkiyê yên derveyî sînor kampanyayek navnetewî daye destpêkirin. Şandeyê operasyonên Tirkiyê wek "dagirkeriyê" nirxand û şande dixwaze biçe gundên bûne armanca êrişan û hatine valakirin û lêkolînê bike.    Şandeyê da zanîn ku ew ji 250 kesan pêk dihatin, lê ji ber astengkirinê ew bi şandeyek 70 kesî hatine Hewlêrê. Şandeyê banga beşdariya kampanya dane destpêkirin kir. Şandeyê ragihand piştî ku ew li herêmê lêkolînan bikin, wê sûcên ku Tirkiyêk irine bikin rapor û ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin.    Endamên şandeyê piştî daxuyaniyê dirûşm berz kirin û govend gerandin.