Duh li Tirkiyê îro li Herêma Kurdistanê hat dersînorkirin! 2021-06-14 13:52:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevana Hollandayî Frederike Geerdink a ku di sala 2015’an de li Tirkiyê hatibû dersînorkirî vê carê jî li Herêma Kurdistana Federe hat dersînorkirin. Geerdink diyar kir ku azadiya çapemeniyê li Kurdistana Federe û li Tirkiyê dişibe hev.    Şandeya Aştiyê ya li Elmanyayê kom bû di 12’ê hezîranê de çû Herêma Kurdistana Federe. Şande li Hewlêrê hat binçavkirin û hin endamên şandeyê hatin dersînorkirin. Din av şandeyê de siyasetmedarên kurd, siyasetmedarên enternasyonalîst, rojnamevan, rewşenbîr û nivîskar cih digirin. Rojnamevana Hollandayî Frederike Geerdink jî di nava şandeyê de bû û ew jî hat binçavkirin. Geerdink jî bi hin endamên şandeyê re li Herêma Kurdistanê hat dersînorkirin.    Geerdink berê li Tirkiyê dijiya. Ew di meha îloana 2015’an de bi 31 kesên kul i herêma Weregoz a Gevera Çolemêrgê ku li dijî operasyonên leşkerî bûbûn mertalên zindî hatibû binçavkirin. Geerdink serbest hatibû berdan û ji Tirkiyê hatibû dersînorkirin. Geerdink piştî ji Tirkiyê hat dersînorkirin vê carê derbasî bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistanê bû û li vir dijiya. Piştî şewba vîrûsa koronayê di meha kanûna sala 2019’an de vegeriya welatê xwe Hollandayê. Geerdink a ku berê ji Tirkiyê hatibû dersînorkirin vê carê jî ji Herêma Kurdistanê bêyî ku tu hêcet were nîşandan, hat dersînorkirin.    ‘SEDEM SIYASÎ YE’    Geerdink anî ziman ku şandeya wan bi hêcetên siyasî hatiye astengkirin û ji bo ku karûbarên fermî nehatiye kirin nehatine binçavkirin lê belê ew hatine desteserkirin. Geerdink got rayedarek ewlehiyê jê re gotiye ev astengkirin bi biryarek siyasî pêk hatiye.    HEVKARIYA PDK Û TIRKIYÊ    Geerdink destnîşan kir ku wan tu wate nedaye astengkirina şandeyê ku dixwest ji bo hevdîtinên aştiyê biçe herêmê û got: “Çima destûr nedan? Çimkî Tirkiye destûrê nade. Tirkiye bi PDK’ê re li dijî PKK şer dike. Naxwazin bertek li dijî vê derkeve. Lewma rageşiyê mezin dikin. Kurd rageşiya di navbera PKK û PDK’ê de naxwazin. Tevî vê yekê jî PDK bi Tirkiyê re dixebite. PKK li dijî pergala netew-dewletê pergala netewa demokratîk diparêze. Ji berk u PDK wisa nafikre li dijî operasyonên Tirkiyê dernakeve. Ev min dixe nava xetereyan.”    AZADIYA ÇAPEMENIYÊ LAWAZ DIBE    Geerdink anî ziman ku duh ew ji Tirkiyê îro jî ji Herêma Kurdistanê hatiye dersînorkirin û got: “Li Herêma Kurdistanê azadiya çapemeniyê di astek gelek xerab de ye. Rojnamevan tên astengkirin û girtin. Rageşî her kum ezin dibe ev rewş jî ber bi xerabûnê ve diçe. Li Tirkiyê jî heman rewş heye. Îqtidar her ku hêza xwe winda dike, azadiya çapemeniyê jî lawaz dibe. Li Herêma Kurdistanê û Tirkiyê azadiya çapemeniyê dişibe hev. Tiştek balkêş heye; Çavûşoglû û Barzanî wêne digirin. Lê dema ez vê dinivîsim xwe dixeyîdinin. Tiştek wisa heye.”    MA / Ozgur Paksoy