Parêzeran belgeya ku dozger di dosyeyê de ji bîra kiriye pirsîn! 2021-06-14 14:43:22   ENQERE - Dozgerê Doza Kobanê Ahmet Altun di îdianameyê de ewraqên ji 5 rûpelan pêk tên û di pêvekên îdianameyê de ji bîra kiriye bû rojev. Parêzeran ji şandeya dadgehê pirsa van ewraqan kir.    Danişîna 3’yemîn a Doza Kobanê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê berdewam dike. Belgeyên li dosyeyê hatibûn zêdekirin hatin xwendin. Pişt re navê miştekên di dosyeyê de cih digirin hatin xwendin. Gelek ji van miştekan daxwaza beşdariya dozê nekirine. Lê gelek sazî û komeleyên alîgirên îqtidarê xwestine beşdarî dozê bibin.      Ji parêzerên dozê Gunizî Satar behsa pêvajoya lêpirsîna dozê kir û girtekên ji aliyê Miduriyeta Polîsan ve hatine amadekirin hîmê îdianameya Doza Kobanê ava kiriye. Satar got li  gel ku 8 dozgerên paye bilind li ser dosyeyê xebitîne jî lê tiştek di dosyeyê de nedîtine.     DOZGERÊ LÊPIRSÎNÊ HATIYE GUHERTIN    Ji parêzerên dozê Mavîş Aydin jî anî ziman ku Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan piştî xebatên hilbijartina giştî ya sala 2018’an ku li dijî Selahattîn Demîrtaş bi rê ve bir, derbarê endamên MYK’a HDP’ê yên berê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Aydin got piştî gefxwarinên Erdogan dozgerê lêpirsînê hatiye guhertin û dozgerê bi navê Ahmet Altûn hatiye wezîfedarkirin. Aydin got çawa ku Altûn hatiye wezîfedarkirin karê wî ewilî ew bûye ku têkildarî bûyerên 6-8’ê Cotmehê de bi hurgilî agahî ji emniyetê xwestiye û parastinên Demîrtaş ên ji doza wî ya sereke li dosyeya lêpirsînê hatiye zêdekirin. Aydin da zanîn ku vî dozgerî lîsteya navên siyasetmedaran zêde kiriye û li dosyeyê bar kiriye lê nayê zanîn ku lîste çawa û ji aliyê kî ve hatiye amadekirin, lê xuya ye ku lêpirsîn li ser daxwaza fermana siyasî hatiye amadekirin. Aydin diyar kir ku ne diyar e ku şahidên veşarî û yên navê wan eşkere jî çawa daxilî dosyeyê hatine kirin.    ŞANDEYÊ AXAFTINA PARÊZERAN QÛT KIR    Şandeya dadgehê di vê navberê de xwest beyanên parêzerên din di nîvê de bibire û xwest derbasî darizandina têkildarî esasê bibe. Lê belê parêzeran got “Em ê daxwazên xwe ragihînin, axaftina me nebire, wisa nebe em ê neçar bimînin bi yek carekê daxwazên bînin ziman” û axaftina xwe domandin.    ‘DIVÊ EV BELGE WERE LÊKOLÎNKIRIN’    Ji parêzerên dozê Kenan Maçoglû jî destnîşan kir ku nivîsa ku ji hurgilî û belgeyên 14 rûpelî di 19’ê sibata 2015’an de ji aliyê Miduriyeta Polîsan a Enqereyê ve hatiye amadekirin hîmê îdianameya dozê ava kiriye û van ewraqên emniyetê pêşkêşî dosyeyê kir. Maçoglû anî ziman ku ew dixwazin ev belge were lêpîrsinkirin. Maçoglû anî ziman ku ewilî hevserokên giştî yên HDP’ê Demîrtaş û Yuksekdag tên girtin û pişt re beyanên şahidên veşarî û navê wan eşkere derketine holê û li dosyeyê zêde kirine.    Maçoglû ji şandeya dadgehê xwest lêkolîn bike ku xwe çawa gihandiye îfadeyên şahidên veşarî û nav eşkere.    DOZGER TÊBINIYAN DI DOSYEYÊ DE JI BÎRA KIRIYE!   Maçoglû destnîşan kir ku dozger di nava klasorên dosyeyê de hin belgeyên xebatê ji bîr kiriye û got: “Di hundirê klasöre xebatê de hin belgeyên dozger hene. Beyanên ku rapora otopsiyê kêm e hene. Her wiha lîsteyek bênav heye. Ne diyar e ji aliyê kî ve hatiye amadekirin, lê têbinî hatiye nivîsandin. Têbiniya ku îfadeyên kî hatiye wergirtin û kî nehatiye wergirtin heye. Herwiha biryarek sosret heye. Di klasora xebatê ya dozger de hin têbiniyên agahiyên ku aydê 2j’ê cotmeha 2018’an in heye. Dozger di klasora xwe ya xebatê ji bîr kiriye. Sernavê TEM’ê heye. Ewraqek ji 5 rûpelan pêk tê ye. Di vê dîrokê de Demîrtaş û Yuksekdag hêj ji vê dozê nehatine girtin. Di vê ewraqê de navê 98 kesan heye. Di vê têbiniyê ango ewraqan de eşkere tê gotin ku divê ev siyasetmedar werin girtin. Fermanek eşkere tê dayîn. Hatiye gotin li ser vê dosyeyê bixebitin û dosyeya girtina HDP’ê amade bikin. Gelek şîroveyên wek vê hene. Ez nebawerim ku ev belge li Şaxa TEM’ê ya Enqereyê hatibe amadekirin. Hiqûqzanên ku hikumet bi wan dişêwire vê belgeyê amade kirine. Doza girtina derbarê HDP’ê de jî piştî vê belgeyê hatiye pêşkêşkirin. Ez vê belgeyê pêşkêşî şandeya dadgehê dikim. Ev belge ji aliyê kî ve, bi çi armancê û çima bi awayek resmî ne li dosyeyê lê bi awayek bênav şandine ber dozger û hatiye amadekirin? Em dixwazin ev belge were lêkolînkirin.”    Gelek parêzerên din jî axivîn û beyanên xwe anîn ziman. Beriya beyanên parêzeran bi dawî bibe Serokê Dadgehê ji dozger mutalaya xwe derbarê van daxwaz û beyanên parêzeran de eşkere bike.    DAXWAZÊN PARÊZERAN HAT REDKIRIN    Dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadger kir. Dadger di çarçoveya vê mutalayê de daxwazên parêzeran red kir û xwest siyasetmedarên tên darizandin dest bi parastina xwe bikin û biryara ku Ayhan Bîlgen parastina xwe bike hat dayîn.     Pişt re şandeya dadgehê navber da danişînê.