‘Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin’ 2021-06-14 16:15:20   STENBOL/EDENE -  Li Stenbol û Edenê, ji ber çalakiya greva birçîbûnê ya ket roja 200'emîn, daxuyanî hatin dayîn û bang li Wezareta Dadê û saziyên têkildar hat kirin ku berpirsiyartiya xwe bi cih bînin.   Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 200'emîn de. Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Hikumxwar û Girtiyan a Marmarayê (MATUHAY-DER) têkildarî çalakiya greva birçîbûnê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên MATUHAY-DER’ê û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyan beşdarî civînê bûn.    ‘GIRTÎ TERKÎ MIRINÊ TÊN KIRIN’   Endama MATUHAY-DER’ê Zubeyde Gulsur di civînê de axivî. Gulsur, diyar kir ku rewşa girtiyên ku di pêvajoya pandemiyê de ketine greva birçîbûnê bi rîsktir e û wiha got: “Di pêvajoya pandemiyê de binpêkirinên mafan zêdetir bûn. Bi taybetî jî girtiyên nexweş ji aliyê xwe gihandina mafê tenduristiyê de pirsgirêkê dijîn. Bi hêceta pandemiyê tedawî temamî hatine sekinandin û girtî terkî mirinê hatine kirin.”   TECRÎD LI HEMÛ CIVAKÊ BELAV BÛYE   Gulsur, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan tê birêvebirin li hemû girtîgeh û civakê belav bûye û wiha axivî: “Tecrîd îşkence ye. Di serî de birêz Abdullah Ocalan divê mafên bingehîn ên hemû girtiyan bê parastin, bêyî ku çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger bigihe asta xeter divê çareseriyek bê kirin. Em bang li Wezareta Dadê û saziyên têkildar dikin ku berpirsyartiya xwe bi cih bînin û ji bo çareseriyên bingehîn demildest gavan bi avêjin.”   ‘TECRÎD DERVEYÎ HIQÛQÊ YE’   Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Hikumxwarî û Girtiyan (TUAY-DER) a Akdeniz a Edeneyê jî têkildarî çalakiya greva birçîbûnê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê HDP’ê yê Edeneyê Mehmet Karakiş, Dayikên Aştiyê, malbatên girtiyan û gelek kes beşdarî civînê bûn. Pankarta “Em berxwedanê mezin bikin, tecrîdê bişkînin. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 200’an de ye” hat daliqandin. Di civînê de Hevserokê komeleyê Mehmet Tûtûş axivî û diyar kir ku ji tenduristiya girtiyan bi fikar in. Tûtûş, ji bo ku daxwazên girtiyan bên pêşwazîkirin û tabut ji girtîgehan dernekevin bang li AKP’ê kir û wiha got: “Divê polîtîkayên tecrîdê yên derveyî mirovahiyê bên bi dawî kirin. Tecrîd derveyî hiqûq û demokrasiyê ye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye divê demildest bê bi dawî kirin.”   HATÎMOGÛLLARI: TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE   Parlementera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari jî anî ziman ku tecrîd tenê ne li Îmraliyê li ser hemû civakê tê pêkanîn û xwest daxwazên girtiyan bên pêşwazîkirin. Hatîmogûllari, bi lêv kir ku tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn sûcê mirovahiyê ye û wiha got: “Çareserkirina pirsgirêka kurd ya vî welatî ji bilî rêbazên aştiyane bi tu vebijêrkên din nayê çareserkirin. Şer, mirovan, xwezayê û hemû zîndewaran dikuje. Elbet em dikarin li vî welatî bi hev re helbestên aştiyê binivîsin.”