Qeyûm taxê di bin toz û dûmanê de hiştiye 2021-06-15 09:16:17 AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, li navçeya Rezanê bêyî ku tevdîrekê bigire pergala binerdî ya parkekê çêdike. Ji ber vê tax di nav toz û dûmanê de dimîne.  Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, li navçeya Rezanê bêyî u tevdîrekê bigire pergala binerdî ya parkekê çêdike. Ji ber ku tevdîr nayên girtin tax di nav toz û dûmanê de maye.    Li Kolana Newrozê, di dema xebatên parkê de ji ber ku derdor nayê şilkirin bi bayê re derdor di nav toz û dûmanê de dimîne. Li vê qada ku TOKÎ'yê çêkirina pergala binî erdê hilgirtiya ser xwe, bêyî ku tevdîrek bê girtin makîneyên karî tên xebitandin. Gava kemçe axê bera qamyonan didin her der di nav tozê de dimîne.    Welatiyên li derdorê, nikarin bêhnê bistînin. Şêniyê taxê Mazlûm Demîr got: "Tiştekî werê li bajerekî din nakin. Tenduristiya mirovan ne xema wan e. Ji ber ku li vir tu qîmeta mirovan tune ye, tu tevdîr nayên girtin. Heger di dema kolandinê û barkirina axê de derdor hebikekî bê şilkirin, dê ev rezaletî neyê serê me."    Şêniyên bloka pirsîteyî ya Yîgît Demîrê jî anîn ziman ku ji ber tozê nikarin biçin şaneşînên xwe û bêhna wan diçike. Şêniyên sîteyê destnîşan kirin ku bi rojan e di vî halî de ne û kes dengê wan nabihîse.