Financial Timesê Civîna Bilind a NATO’yê bi wî wêneyî derxist manşetê 2021-06-15 10:06:08   NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameya îngilîz Financial Timesê, Civîna Bilind a NATO’yê bi wêneyê Erdogan ku xwe li ber Biden ditewîne derxist manşetê.   Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan, duh li Brukselê tevlî Civîna Bilind a NATO’yê bû û cara yekemîn bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re hevdîtin pêk anî. Rojnameya îngilîz Financial Timesê, Civîna Bilind a NATO’yê bi wêneyê Erdogan ku xwe li ber Biden ditewîne derxist manşetê.    Wêneyê mijara gotinê; dema ku Biden li ser piya silav dide Erdogan û Erdogan jî radibe ser piya û silava wî lê vedigerîne hatiye kişandin. Ji ber vê yekê destpêkê weke ku Erdogan bejna xwe li ber Biden bitewîne tê fêmkirin.    Ji şêwirmendê Erdogan Îsmaîl Cesûr, ji ber bikaranîna vî wêneyî bertek nîşanî Financial Timesê da û bikaranîna wêne li xwe qayîl nanî.