Duh gund îro daristan tên şewitandin 2021-06-15 10:21:40   DERSÎM - Serokê Giştî yê DEDEF’ê Alî Haydar Ben, diyar kir ku operasyonên eskerî yên dibin sedema şewitandina daristanan encama polîtîkayên bêmirov hiştinê ne û destnîşan kir ku di salên 1990’an de gund, piştî sala 2016’an jî daristan hatine şewitandin.    Operasyonên leşkerî ku dibin sedema şewitandinên daristanan, li her çar aliyê bakurê Kurdistanê didomin. Şewata ku piştî operasyona eskerî di 1’ê Hezîranê de li gundê Pîrejman ê navçeya Pîrana Amedê derket, 15 roj in nayê vemirandin. Şewata ku di encama gulebarana eskeran de li herema Deriyê Cebraîl ê Çiyayê Cûdî derket jî daristanên li herêmê tev şewitand. Dîsa di encama gulebarana eskeran li çoltera Gundê Zêwê yê quntara Çiyayê Gabar ê li navçeya Basaya Şirnexê jî agir bi daristanê ket.    POLÎTÎKAYA BÊMIROV HIŞTINÊ   Rexmî ku ev şewatên daristanan ji ber operasyonên eskerî dertên jî di qeydên fermî de cih nagirin. Şewatên ku dibin sedema mirina gelek cureyên zindiyan, li heremê bandoreke neyînî li çandinî û sewalkariyê dikin. Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) Alî Haydar Ben, şewatên daristanan nirxand û diyar kir ku ev şewat di encama polîtîkayên bêmirov hiştinê de tên derxistin.   DUH GUND ÎRO DARISTAN   Ben, bi bîr xist ku di salên 1990’î de gund dihatin şewitandin û anî ziman ku ji sala 2016’an ve her sal daristan tên şewitandin. Ben, da zanîn ku şewatên daristanan zirareke mezin didin xwezayê û diyar kir ku çandinî û sewalkarî jî anîn asta qedandinê.    ‘MIXABIN ŞEWAT HÊJ DIDOMIN’   Ben, bi lêv kir ku mûdaxaleyî şewatan nayê kirin û wiha got: “Gelê heremê ku dixwaze mudaxaleyî şewatê bike jî tê astengkirin. Divê em li xwezaya xwe xwedî derkevin lê divê rayedar jî mudaxale bikin. Li Egeyê jî bi heman awayî şewat derdikevin. Hinek şewat bi zanebûn tên derxistin. Lê em dibînin ku ji hewa û erd çiqas amûrên wan hene dixin meriyetê û mudaxale dikin. Em li herema me rastî van mudaxaleyan nayên. Piştî ku sazî daxuyanî didin, bertek tên nîşandan, rayedar daxuyaniyan didin. Dibêjin ‘şewata daristanê nîne, şewat girtine bin kontrolê’ Mixabin di nûçeyan de jî di dîmenên tên kişandin de jî em dibînin ku şewat hêj didomin. Lê bi awayekî zanebûn mudaxale nayê kirin.”   MA / Ayşe Surme