Malbata Şenyaşar: Qanûn pir in lê edalet tune ye 2021-06-15 12:34:27   RIHA - Malbata Şenyaşar ku 99 roj in bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê di nobetê de ye wiha got: "Qanûn pir in lê edalet tune ye! Dozger pir in lê cesaret tune ye! Zilm pir e lê kesê hesab bipirse tune ye! Daraz heye lê îrade tune ye.”   Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 99'emîn de berdewam dike. Malbata ku di saetên serê sibê de hat li pêş edliyeyê, di bexçeyê edliyeyê de nobeta da xwe da destpêkirin.    ROJNAMEVAN ASTENGKIRIN   Polîsan bi gotina “li baxçeyê avahiya cemaweriyê dîmen girtin qedexe ye” rojnamevanên ku xwestin dîmenên Malbata Şenyaşar bigirin asteng kirin.    ‘DARAZ HEYE LÊ ÎRADE TUNE YE’     Malbatê di hesabê xwe yê medya sanal de wiha got: “Gotina tenê em edalet dixwazin têrê nake! Divê hin caran ji bo bêedaletiyê qaqubo bê kirin. Heke tu bibî şahidê bêedaletiyekê bêdeng nemîne. Ji bo parastina rûmeta mirovan divê meriv derkeve pêş. Qanûn pir in lê edalet tune ye! Dozger pir in lê cesaret tune ye! Zilm pir e lê kesê hesab bipirse tune ye! Daraz heye lê îrade tune ye...”   Malbat çalakiya xwe ya li ber edliyê berdewam dike.