ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2021'AN 2021-06-16 09:00:04 * Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad geşedanên herî dawî yên li Başûrê Kurdistanê diqewimin nirxand û got: "Pêdivî bi rêya diyalogê û mîsogerkirina çareseriyê heye."  * Li Wanê hezar û 668 roj in lidarxistina çalakiyan qedexe ye. Hevseroka OHD'a Wanê Ebrû Demîrtepe, anî ziman ku armanca vê pêkanîna "Rewşeke Awarte ya mayinde" ye.    * Cotkar Ahmet Kizmaz ku petêxên çandibûn di dest wî de man, diyar kir ku ji bo deynê xwe bide dê traktor û pîqaba xwe bifiroşe û dest ji cotkariyê berde.    * Dê Qeyûmê Şaredariya Êlihê, bi 6 milyon û 283 hezar TL'yî avahiya pêvekî ya Midûriyeta Polîsan a Êlihê çêbike.    * Zêdetirî 450 karkerên di Fabrîkeya Fischer Hakan Plastîkê de dixebitin, dest bi grevê kirin û kar rawestandin. Karkerên ku dixwazin bi awayekî mirovane bijîn, ji bo têkoşîneke rêxistinbûyî bang li her kesî kirin.    * Şemsê Acar a 97 salî, di 15 saliya xwe de bi darê zorê bi zilamekî 50 salî re hatiye zewicandin. Acar ku di 16 saliya xwe de bûye dayik, dibêje 97 sal umrê min e, lê min tu tişt ji jiyanê fêm nekir.    * Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 100'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * Danişîna 3'yemîn a Doza Kobanê wê di roja sêyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (09.30)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê di çarçoveya hevdîtinên "Ji xizaniya jinan re na" wê bi beşdariya Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan li Hatayê bi jinan re werin gel hev. (12.00-20.00)