Qedexeya li Wanê veguheriye 'Rewşa Awarteya mayinde' 2021-06-16 09:04:48 WAN -  Li Wanê hezar û 668 roj in lidarxistina çalakiyan qedexe ye. Hevseroka OHD'a Wanê Ebrû Demîrtepe, anî ziman ku armanca vê pêkanîna "Rewşeke Awarte ya mayinde" ye.  Walîtiya Wanê Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an ji xwe re kiriye hincet û li Wanê ji 21'ê Mijdara 2016'an heya niha lidarxistina çalakiyan qedexe kiriye. Hezar û 668 roj in li bajêr lidarxistina çalakiyan qedexe ye.    Di vî hezar û 668 rojan de kesên xwestin dakevin kuçeyan û mafên xwe bînin ziman bi mudaxileyên polîsan re rû bi rû man. Lê belê qedexeya navbirî tenê ji bo AKP'ê û alîgirên wê nederbasdar e, wekî din ji bo hemû pariyên muxalif, bi taybetî jî bo HDP'ê û hin rêxistinên civaka sivîl, komele û rêxistinên demokratîk derbasdar e.    Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê Ebrû Demîrtepe, qedexeya li bajêr nirxand.    'REWŞA AWARTE YA MAYINDE'   Demîrtepe, ji bo qedexeya navbirî got, "kêfî" ye. Demîrtepe, destnîşan kir ku qedexekirina çalakiyan, qedexeyeke ku azadiya xweîfadekirin û rêxistinbûnê binpê dike û got: "Ev qedexe, ne qanûnî û hiqûqî ye. Ji lew re xalên qanûnê yên di vî warî de aşkere ne."    Demîrtepe, bilêv kir ku armanca qedexeyên ku 15 rojan carekê tên dirêjkirin ew e ku li Wanê Rewşeke Awarte ya mayinde pêk bê û got: "Azadiya lihevkombûn û xwepêşandanê bi awayekî giştî ji holê hatiye rakirin. Ev ne hiqûqî ye."    Demîrtepe, anî ziman ku xwestine li dijî cinayetên jinan û fesixkirina Peymana Stenbolê li derve daxuyaniyeke çapemeniyê bidin, lê belê bi hinceta qedexeyê destûr nehatiye dayîn û got: "Em tim dibêjin 'cinayetên jinan polîtîk in.' Meseleya jinê, tenê ne meseleya muxalefetê ye. Meseleya îqtidarê ye jî. Lê belê çalakî û daxuyaniyên li dijî tahdeya li jinê tê kirin wekî ku çalakiyên li dijî îqtidarê bin tên astengkirin. Herî dawî me xwest em li dijî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê daxuyaniyekê bidin, lê belê qedexeyê kirin hincet û nehiştin em bidin. Piştî me israr kir, destûr dan ku em li ber navanda kar û abr bidin."    ‘EM QEDEXEYAN NAS NAKIN'    Demîrtepe, bang li her kesî kir ku li dijî van qedexeyan rabin û got: "Niha azadiya me ya lidarxstina civînan bi awayekî kêfî, bi Rewşa Awarte tê binpêkirin. Ev, biryareke li dijî qanûnê ye. Em van qedexeyan nas nakin. Lewma em welatiyên demokratîk, ji bo demokrasiyê em ê hemû mafên xwe yên protestokirinê bi kar bînin."    MA / Cemîl Ûgûr