Di Doza Somayê de biryar hat eşkerekirin: Malbatan eywana danişînê terikand 2021-06-16 10:51:27 MANÎSA - Danişîna biryarê ya Doza Somayê ku têkildarî mirina 301 karkeran hatiye vekirin, şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Malbatên qurbaniyan bertek nîşanî dadgehê dan û eywan terikandin.  Li navçeya Soma ya Manîsayê di 13’ê gulana 2014’an de li kana komirê bobelat pêk hatibû û div ê komkujiyê de 301 karker jiyana xwe ji dest dabûn. Derbarê mirina karkeran de doz hatibû vekirin. Dadgeha Manîsayê biryar dabû. 12’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind vê biryarê xera kiribû. Piştî xerakirina biryarê Serokê Desteya Rêveberiya Şirketa Karûbarên Komirê ya Somayê Can Gurkan, Efkan Kurt, Adem Ormanoglû û Halûk Evînç ji nû ve li Dadgeha Cezayê Giran a Navçeya Akhîsara Manîsayê tên darizandin. Danişîna biryarê ya vê dozê dest pê kir.    Malbatên qurbaniyan, parêzer û parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay û Cîgirê Serokê Koma CHP’ê Ozgur Ozel jî di nav de gelek kes û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî ji Meydana Stasyona Akhîsarê heta ber dadgehê meş li dar xistin û dirûşm berz kirin. Beriya danişînê malbatan li ber edliyê daxuyanî da û banga edaletê kirin.    Piştî meşê malbat, parêzer û parlamenter derbasî ewyana danişînê bûn. Danişînê bi tespîta nasmayena dest pê kir. Dadgeha ragihand ku wê biryara dozê bide. Li ser vê yekê di navbera hin malbatên mexdûr û dadgehê de rageşî qewimî. Hin malbat li eywanê ji ser hişên xwe çûn û polîsan bariyer danî ber eywana danişînê.    Şandeya dadgehê piştî tespîta nasnameyan biryara xwe eşkere kir. Dadgehê ji sûcê “kuştina bizanebûn û biqisûr” 20 sal ceza da Can Gurkan, Halûk Evînç hat beraetkirin û 12 sal ceza tenê li Adem Ormanoglû û Efgan Kurt hat birîn.    Malbatan bertek nîşanî biryarê da û eywana danişînê terk kirin.