Xebatkarên tenduristiyê yên PDK'ê şermezar kirin dest bi grevê kirin 2021-06-16 11:14:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatkarên Nexweşxaneya Penceşêrê ya Hîwa ya li Silêmaniyê dixebitin, bi armanca şermezarkirina PDK'ê ku 6 meh in mûçeyên wan nade wan, dest bi grevê kirin.    Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê PDK'ê ku bi  razemeniyên derveyî welat û Tirkiyeyê ji rojevê dernakeve, bi mehane nûçeyên kedkarên di sazî û dezgehên cemaweriyê de dixebitin nade. Kedkarên tenduristiyê yên li Nexweşxaneya Penceşêrê ya Hîwa ya Silêmaniyê dixebitin, bi armanca nedayîna mûçeyan û polîtîkayên PDK’ê yên aboriyê şermezar bikin, di 14’ê Hezîranê de dest bi grevê kirin.    DERZIYÊN 85 NEXWEŞAN NIKARE BÊ WERGIRTIN   Kedkarên tenduristiyê yên ku 6 meh in mûçeyên wan nayên dayîn, sê roj in çalakiya xwe didomînin. Bijîşkên ku tevlî grevê bûn, anîn ziman ku ji xeynî nedayîna mûçeyan, ji ber pereyê kesên dermanan tînin jî nayin dayîn, derziyên nêzî 85 nexweşan nikarin bê girtin.