Pêşmergeyê berê: Ez ê guleyê berdim xwe, lê bernadim PKK'ê 2021-06-16 11:47:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji pêşmergeyên berê Pêşrew Ehmed Kelan, wiha bertek nîşanî tevlîbûna PDK’ê ya operasyona TSK’ê da û got: “Min tu carî guleyek bi tenê bernedaye PKK’ê. Niha ez ê gule berdim bedena xwe, lê tu carî bernadim xwişk û birayên xwe yên PKK'î.”   Bertekên li dijî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku bi yekîneyên xwe yên taybetî beşdarî operasyona derveyî-sînor a li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê bû, zêde dibin. Ji pêşmergeyên Dêrîn Pêşrew Ehmed Kelan, di parvekirina hesabên xwe yên medya dijîtal de, bertek nîşanî tevlîbûna PDK’ê ya operasyona Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) da.    ‘GULEYEK BI TENÊ JÎ MIN BERNEDAYE’   Parvekirina Kelan wihaye: “Di salên 1990’an de PKD û YNK’ê êrişî PKK’ê kirin. Wê demê ez jî beşdarî şer û pevçûnan bûm. Lê min tu carî gulek bi tenê jî neberda PKK’ê. Niha jî ezê heya emrê xwe yê dawiyê jî gule bernedim. Ez ê gule berdim xwe, lê ez ê tu carî guleyek bi tenê jî bernedim xwişk û birayên xwe yên PKK'î.”