Polisan li Stenbolê 5 kesan binçav kirin 2021-06-16 12:59:41   STENBOL – Di saetên serê sibehê de polisan bi ser malan de girt û Endamê MYK’a HDP’ê Serhat Aktûmûr jî di nav de 5 kesan binçav kirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye destpêkirin de i saetên serê sibehê de polisan bi ser malan de girt. Di serdegirtinan de polisan Endamê Lîjneya Birêvebirina Navendî (MYK) ya HDP’ê Serhat Aktûmûr, endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê Adem Yildiz, Cevdet Bîçer, Enes Ayaz, Alî Kalkan binçav kirin. Polisan kesên binçavkirî bi xwe re birin Miduriyeta Polisan a Stenbolê.