Berdevkê Hikumeta Başûr Adil: Êriş statuya Kurdistanê qels dike 2021-06-16 14:05:37   NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Hikumeta başûrê Kurdistanê Cotyar Adil, angaşt kir ku Tirkiye derbarê êrişa ku li ser Başûr didomîne de wan agahdar nekiriye û ev tişt got: “Ev êriş statuya Kurdistanê qels dike.”   Berdevkê Hikumeta Başûrê Kurdistanê Cotyar Adil, ji Rûdawê re axivî û êrişa Artêşa Tirk a li dijî başûrê Kurdsitanê nirxand. Adil, angaşt kir ku Tirkiye derbarê êrişa ku li ser Başûr didomîne de wan agahdar nekiriye û Bexdayê muxatab digire. Rexmî ku yekîneyên taybet ên PDK’ê tevlî êrişa Tirkiyeyê dibin jî Adil got ku wê destûr nedin şerê navxweyî û ev tişt got: “Ev êriş statuya Kurdistanê qels dike.”   600 GUND VALA BÛN   Adil, derbarê valabûna gundan a ji ber êrişê de jî ev agahî dan: “Di encama êrişên ku didomin de heta niha 600 gund vala bûne. Heta ku ev şer neraweste dê li herêmê aramî pêk neyê. Em jî dixwazin ku gelê me veger herêmên xwe û gundên vala bûne careke din ava bikin. Lê ji bo pêwistî bi demê heye.”