Ji dayika ku zarokek wê HPG'î ye û yek jî pêşmerge ye bang 2021-06-16 17:12:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Aştiyê Nazdar Kerîm a ku zarokek wê HPG'î ye û zarokekî wê yê din jî pêşmerge ye, got: "Zarokên me yên duh li dijî DAIŞ'ê, mil bi mil axa Kurdistanê parastin, em naxwazin îro berê çekên xwe bidin hev."   Her ku diçe bertekên li dijî PDK'ê ku piştgiriyê dide operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê zêde dibin. Bertekek jî ji dayika Kurd a li Başûrê Kurdistanê dijî hat. Dayika Aştiyê a ku zarokek wê HPG'iye û zarokekî wê yê din jî pêşmergeye Nazdar Kerîm, xwest ku PDK piştgiriyê ne de operasyonên TSK'ê.   Nazdar Kerîm, ji ajansa Rojnewsê re axivî û wiha got: "Kurekê min endamê HPG'iyê û kurekê min ê din jî pêşmergeye. Berê li dijî DAIŞ'ê mil bi mil şer kirin. Bila îro jî li dijî operasyonan mil bi mil rawestin."  Yek ji kurên min HPG ye û yek jî kurê min pêşmerge ye   BANG LI PARTIYAN KIR   Nazdar Kerîm, da zanîn ku ew li dijî dagirkirina axa xwe ne û wiha bertek nîşan da: "Em dixwazin Tirkiye ji axa me derkeve. Em naxwazin zarokên em berê çekên xwe bidin hev. Ez bang li partiyê siyasî dikim. Dagirkeran ji axa Kurdistanê derbixin."