Deynên qeyûm astengiyek mezin e li ber xizmeta gel 2021-06-19 10:04:38   ŞIRNEX - Şaredariya HDP'î ya Silopiyayê, ji ber ku her meh piraniya budçeya wê ji ber deynên qeyûmê yê berê tê birîn, di warê kar û bar de zehmetiyan dikişîne. Hevşaredaran destnîşan kir ku çendî zor û zehmetî hebin jî, lê heya ji destê wan tê xizmeta gel dikin û dê xizmetê tu carî îhmal nekin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di Hilbijartina Herêmî ya 31'ê Adara 2019'an de, 3 şaredariyên bajarên mezin, 5 bajêr, 45 navçe û 12 bajarok bi giştî 65 şaredarî qezenc kir. Ji van 65 şaredariyan mazbatayên 6 hevşaredaran nehatin dayîn û qeyûm tayînî 48 şaredaran hatin kirin. Ji 65 şaredariyên HDP'ê qezenc kirin, tenê 4 navçe û 2 bajarok bi giştî 6 şaredar mane. Yek ji van  jî şaredariya navçeya Sîlopî ya Şirnexê ye.   Di 11'ê Îlona 2016'an de, Qeymeqamê Navçeyê Savaş Konak weke qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin. Piştî Konak Qeymeqam Sezen Işiktaş ê şûna wî hatibû bi cih kirin, di 8'ê Adara 2018'an de, weke qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin. Her du qeyûm jî li dû xwe bi milyonan deyn hiştin. Bankeya îllerê, ji ber 123 milyonan deynê qeyûm ê berê, her tim ji budçeya şaredariyê pere dibire. Lê ligel van hemûyan jî, şaredariya HDP'ê di nava şert û mercên herî zor û zehmet, gelek xebatên û xizmetên cur bi cur ji bo gel kirin. Bankeya Îllerê di pêvajoya pandemiyê de jî, ji sedî 50'î budçeya şaredariyê birî.   Me derbarê xebat û xizmên şaredariyê de bi Hevşaredarên Sîlopiyê Suleyman Şavluk û Adalet Fîdan re axivîn.     DEYNÊN QEYÛM   Hevşaredar Suleyman Şavluk, anî ziman ku ji ber deynê qeyûm heta niha bi mîlyonan pere ji fonê şaredariyê hatiye birîn û wiha axivî: "Gava me şaredarî ji dest qeyûm derxist, 133 milyon û nîv deynê qeyûm hebû. Lê me tu carî ev deyn ji xwe re nekir hincet û me xizmeta gel îhmal nekir. Berî ku em dest bi kar bikin, me biryar dabû ku em û gel em ê bi hev re şaredariyê bi rê ve bibin. Me got, em ê bi gelê xwe vê xebatê bidin meşandin. Ji sedî 90'ê gel ji şaredariyê razî ye. 5-6 meh berê DSÎ ji şaredariyê re 123 milyon deyn derxist. Ew bendavên ewlehiyê yên ku hatin çêkirin jî, li şaredariyê bar kirine. Gelo em ê çawa vî deynî bidin? Em nizanin em ê bi texsîtan bidin an jî bi salan. Lê hevdîtinên me yên ji bo vê didomin. Deynê DEDAŞ'ê jî 15 milyone. Dema ku em van hemûyan tînin ba hev, em dibînin ku dixwazin şaredariyê pasîfîze bikin. Lê ligel van hemû zehmetiyan jî, em xizmeta ji bo gel îhmal nakin. Em û gel tev de li hember van zehmetiyan têdikoşin. Em di warê xizmetê de li hincetan nagerin. Ji bo ku em xizmeta gel bikin, pêwîst e em şeva xwe bikin roj, roja xwe bikin şev. Em ê bi hev re ji heq van rojan derkevin. Em li ser daxwazên gelê xwe projeyan çêdikin. Em bi xebatên xwe, şaredariya bi hişmendiya gel mayinde dikin."    CARNA BI KEYFÎ DIBIRIN   Şavluk, destnîşan kir ku ji bo xebatên şaredariyê bên astengkirin, bi awayekî zêde perê şaredariyê tê birîn û wiha got "Ji ber deynê qeyûm, her mehê ji hêla Bankaya Îller ve pere tê birîn. Dema ku pere tê birîn, ev yek bandorê li xebatên me jî dike. Carna bi keyfî jî dibin. Di meha borî de, 2 mîlyon pere birîn. Berê jî bi reqamên cuda pereyê şaredariyê birîn. Di pêvajoya pandemiyê de jî Bankaya Îllerê ji sedî 50'î pere birî. Di asta herî bilind de pere dibirin. Lê belê dê ev astengî xebatên me nede sekinandin. Projeyên me yên mezin hene. Ji bo şaredariya Sîlopyayê nexebite serî li her tiştî didin, lê li tevî van êrişan hemûyan jî nikarin xebatên me bidin sekinandin. Heta ku em di şaredariyê de bin, em ê tim ximzeta gelê xwe bikin."    'ME ŞAREDARÎ BI 133 TRÎLYON DEYN DEWR GIRT'   Hevşaredar Adalet Fîdan jî, diyar kir ku tevî hemû astengiyan ew bi gelê navçeyê re xebatên xwe bi awayekî hevpar didin meşandin û wiha axivî: "Piştî hilbijartinê dema ku me dest bi kar kir, em bi navçeyek hilweşiyayî re rû bi rû bûn. Me şaredariyeke ku di bin deynan de ma bû dewr girt. Bi vî awayî me dest bi karê xwe kir. Dema ku me dest bi kar û xebatan kir, me di serî de li taxan civînên gel pêk anîn. Di van civînan de me deynê şaredariyê yê ku heyî bi gel re parve kir û guh li daxwazên wan kir. Li gorî daxwazên gel, me proje çêkirin. Di çarçoveya van projeyên de em ketin nav hewldanan. Lê mixabin 133 milyon deynê şaredariyê hebû.  Dema ku qeyûm hat, 13 mîlyon pere di qaseya şaredariya de hebû. Ji ber ku li pêş me deyneke pir zêde û bajareke xirabe hebû, di pêkanîna proje û daxwazên gel de me zehmetî kişandin. Projeyên ku me pêk anîn jî bi derfetên herî kêm, me pêk anîn."    '2 SALIN DAXWAZA ME YA JI BO HEVDÎTINÊ TÊ RED KIRIN'    Fîdan, da zanîn ku daxwaza wan a ji bo hevdîtin bi Amîrê Mîlkiyeyê re her tim bi sedeminen cuda tê redkirin û wiha bi dawî kir: "Projeyên me yên pirrengîn hebûn û hene. Lê mixabin ji ber deynê heyî û nêzikatiya Mulkiye Amirî projeyên me tên astengkirin. Ev 2 sal û nîvin em li ser kar in, lê heta niha em nikarin hevdîtinê bi Amîrê Milkiyê çêbikin. Hemû sazî bi hev re bajaran bi rê ve dibin. Lê li Sîlopiyê li dijî me ev nêzikatî heye. Di aliyê budçeyê de em zehmetiyê dikêşin. Ji şaredariyên HDP'ê 6 şaredarî tenê mane. Ev şaredariyên heyî jî di fîîliyatê de wekî ku qeyûm tayinî wan hatibin kirin, wisa nêzîkatiyê nîşan didin. Ev nêzikatî di warê xebatan de dibe asteng ji me re. Dixwazin bi vî awayî me û gel ji hev qut bikin. Dibe ku zehmetiyên wê bêtir bin, lê dîsa jî em ê xebatên xwe bi her awayî berdewam bikin."   MA / Zeynep Dûrgût