Dayika Sêvê Demîr serdana şîna Poyraz kir 2021-06-21 12:19:33 ÎZMÎR - Dayika Sêvê Demîr a li Silopiya hat qetilkirin, Sakîne Demîr serdana şîna Denîz Poyraz kir û got: “Bi hezaran Sêvê, Fatma, Pakîze, Denîz hatin qetilkirin lê bi hezaran hatin şûna wan.”      Ji bo endama HDP’ê Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hat qetilkirin li ber nûnergeha HDP’ê ya taxa Çîmentepe Doga ya bi ser navçeya Konaka Îzmîrê ve şîn hatiye dayîn. Malbata Poyraz, parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî û rêveberên HDP’ê li cihê şînê ne û serdanên sersaxiyê pêşwazî dikin.    JINÊN CHP’YÎ JÎ SERDANA ŞÎNÊ KIRIN    Endamên Komîsyona Jinan û Malbatê ya CHP’ê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Fîgen Nazîfe Karahan, Tugba Donmez, Kîmet Batmaz hatin serdana şînê û ji malbatê re sersaxî xwestin.    Dayik û bavê endama Meclîsa Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP) Sêvê Demîr a li Silopiya di sala 2016’an de hat qetilkirin, Sakîne û Abdulazîz Demîr hatin serdana şînê û sersaxiyê ji malbatê re xwestin.    'SERKEFTIN A GELÊ ME YE’    Sakîne Demîr destnîşan kir ku bedel dayîna gelê kurd berdewam dike û got: “Sêvê, Hevrîn Xelef, Denîz, Pakîze, Fatma û bi hezaran ku me navê wan negot hatin qetilkirin. Bi hezaran jî hatin cihê wan. Ji bo azadiyê divê yekîtiya gelê kurd xurt bibe. Bi hezarê salan e gelê kurd li ber xwe dide û wê li ber xwe bide. Ez wisa bibawerim wê serkeftin a gelê me be. Şehîd namirin.”    Serdanên ji bo sersaxiyê berdewam dikin.