Endamê Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê Yilmaz: Divê PDK ji şaşiyê vegere 2021-06-21 13:41:29 ŞIRNEX - Endamê Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê Huseyîn Yilmaz, diyar kir ku armanca êrîşên li dijî başûrê Kurdistanê ji holê rakirina destkeftiyên kurdan e û bang li PDK'ê kir ku ji şaşiya ku di nav de vegere.   Operasyonên artêşa tirk ên li dijî başurê Kurdistanê bi piştgiriya PDK'ê didomin. PDK hewl dide derbasî herêmên PKK'ê bibe û rê li ber dagirkiyê vebike. Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê ku li dijî vê rewşê hat avakirin û li Herêma Kurdistasnê xebatên xwe didomîne, hewl dide gengeşiya ki ber vê rewşê ya di navbera hêzên kurd de bi dawî bike û nehile şerê navxweyî pêk were. Endamê Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê Huseyîn Yilmaz, derbarê xebatên wan ên li herêmê didomînin axivî û ji ajansa me re nirxandinan kir.    Yilmaz, da zanîn ku rexmî astengiyan jî heyeta wan bi parlamenterên berê û parlamenterên niha re hevdîtinan kiriye û wiha got: "Bi Wezîrê Edaletê yê berê re hevdîtinek hat kirin. Em bi nûnerên partiyên ku komên wan li meclisê hene re jî rûniştin. Bi sendîkayan re hevdîtinên me çêbûn. Me serî li rayedaran da û xwest biçin gundên ku Tirkiye êriş biriye ser wan û vala bûne. Dîsa me xwest em biçin Şengal û Mexmûrê. Lê destûr nehat dayîn. Me xwest hilweşandina hawirdorê û drama mirovî nîşan dinyayê bidin. Lê xebatên ku me danibûn pêşiya xwe hat astenfkirin."   'LI QADÊ BERTEK NAYE NÎŞANDAN'   Derbarê hewlesta PDK'ê ya li dijî êrişan de Yilmaz, bi lêv kir ku di gotinê de li dijî êrişan in lê di pratîkê de rewşeke berovajiyê gotinê heye û ev tişt gotin: "Ji aliyê rêxistinên sivîl ên herêmê ve li dijî êrişan tu bertek tune ye. Di navbera partî, kes û saziyên berpirsyar de têkiliyeke tendurist tuneye. Destûr nehat dayîn ku em bi gel re bên gelhev. Me sedema vê jî hîn nekir. Partî û rêxistinên sivîl ji hevdîtinên me kêfxweş in. Me helwesta wan a li dijî êrişan rexne kir. Me ji wan xwest ku nêrînên xwe bikin pratîkê."   'GEL JI OPERASYONAN NERAZÎ YE'   Di berdewamê de Yilmaz, wiha axivî: "Ji Ewropa ji bo aştiyê hatine lê kesên ku welatê wan talan dibe bêdeng dimînin. Li Başûr gel ji êrişan û leşkerên tirk nerazî ye. Gelek dever hatine desteserkirin. Êriş rojane didomîn. Li gundekî ku heyetê serdana wî kir ji hewayê ve êriş pêk hat. Gund tên valakirin. Bombardûman tê kirin, mirov tên qetilkirin û xweza tê talankirin. Ji ber vê bertekên gel hene. Di vê PDK ji şaşiya ku têde vekişe û bi li hev bikin. Hemû partî û saziyên ku li ser navê kurdan dixebitin divê li gorî pêwistiyên gel tevbigerin. Ji bo yekitiya neteweyî divê zend û bendan bade. Êrişên ku pêk tên bi armanca ji holê rakirina destkeftiyên kurdan in. Divê partiyên kurdan, ronakbir û hunermend berpirsyariya dikeve ser milê wan bikin.    MA / Müjdat Can