TTB: Mirin dikare bi başkirina şertên xebatê were astengkirin 2021-06-21 13:49:04 ENQERE - Yekitiya Bijîşkên Tirk, da zanîn ku hejmara xebatkarên tenduristiyê yên ji ber Kovîd-19’ê jiyana xwe ji dest dane 403 kes in û diyar kir ku heke şertên xebatê bi rêbazên zanistî bên başkirin, mirin dikare were astengkirin.    Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), rapora bi navê “Li Tirkiyeyê Tişta ku Mirina Xebatkarên Tenduristiyê Vedibêje” weşand. TTB'ê di rapora mirina xebatkarên tenduristiyê de ya di navbera 17’ê adara 2020’an û 31’ê gulana 2021’an de jiyana xwe ji dest dan nirxand û bal kişand ser rewşa xebatkarên tenduristiyê û û polîtîkayên tenduristiyê.    TTB’ê destnîşan kir ku heke şertên xebatê bi rêbazên zanistî bên başkirin, mirin dikare were astengkirin û got li Tirkiyeyê mafên xebatkarên tenduristiyê piştî ewqas mirin jî hat desteserkirin. TTB’ê bang kir ku Kovîd-19 weke nexweşiya pîşeyî were qebûlkirin.   403 XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ JIYANA XWE JI DEST DANE   TTB’ê di berdewama raporê de ev agahî parve kirin: “Ji sedî 13,8 bijîşkên kargehan, ji sedî 13,8 bijîşkên malbatî ji ber kovîd-19’ê jiyana xwe ji dest dan. Ji 403 xebatkarên tenduristiyê yên 47 kesan ên bi Kovîd-19’ê jiyana xwe ji dest dane, nexweşiyên wan ên din jî hebûn. Ji van bijîşkan tenê ji sedî 14,9 (7 kes) nexweşiyên wan ên din tunebûn. 40 bijîşkên ku nexweşiyên wan ên cuda hene jî nexweşiyên weke hipertansiyon, diyabet, penceşêr, nexweşiyên kardiyovaskuler hebûn.    25 HEZAR Û 933 MIRIN   Ji xebatkarên tenduristiyê ji sedî 68,4 di mehên îlon, cotmeh, mijdar, kanûna 2020'an û çileya 2021’an de ji ber Kovîd-19’ê jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên ku Wezareta Tenduristiyê eşkere kirin, li Tirkiyeyê heta çileya 2021’an girêdayî Kovîd-19’ê 25 hezar û 933 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji van mirinan ji sedî 75,4 di 5 mehan de pêk hatine. Hejmara mirina bijîşk, bijîşkê dirana û dermanfiroşên ku di sektora taybet de dixebitîn ji ya xebatkarên di cemaweriyê de dixebitin zêdetir e.”