Şandeya YE’yê rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê lêkolîn kir 2021-06-21 14:48:47 ÎZMÎR  - Şandeyek ji Yekitiya Ewropa (YE) pêk tê rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê ku Denîz Poyraz lê hatibû qetilkirin, ziyaret û lêkolîn kir. Bertekên li dijî êrişa ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê û qetilkirina xebatkara partiyê Denîz Poyraz dewam dike. Şandeyek ji Yekitiya Ewropa (YE) pêk tê, Rêxistinê HDP’ê ya Îzmîrê ziyaret kir. Serokê Delegasyona Yekitiya Ewropa ya Tirkiyeyê Sefîrê mezin Nîkolasus Meyer-Landrut û Şêwirmenda Çapemeniyê ya YE’yê  Mîray Akdag, Serokê Yekîneya Delegasyona YE’yê Alexander Frîcke û Rêvebera Projeya Delegasyona YE’yê Mîray Westling di şandeyê de cih girtin. Şande ji aliyê parlamenter Mûrat Çepnî, Hevserokên  HDP’ê yên  Îzmîrê Besriye Tekgur û Kadîr Badûr, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ve hat pêşwazîkirin.    Şandeyê ewil cihê ku Poyraz lê hatibû qetilkirin ziyaret kir.    SERSAXÎ XWEST   Serokê Delegasyona Yekitiya Ewropa (YE) ya Tirkiyeyê Sefîrê mezin Nîkolasus Meyer-Landrut piştî ku li deftera bîranînê ya Poyraz nişe nivîsand, sersaxî ji malbatê û HDP’ê re xwest. Şandeyê dûre li avahiya partiyê lêkolînên xwe dewam kirin û derbarê mijarê de agahî girt.    ‘ÊRIŞ LI DIJÎ GELÊN TIRKIYÊ YE’   Serokê Delegasyona NE’yê Tirkiyeyê Sefîrê mezin Nîkolasus Meyer-Landrut, piştî lêkolînê daxuyanî da û wiha got: “Ji bo ku em êrişa li dijî HDP’ê şermezar bikin, em li vê derê ne. Em rêzên xwe pêşkêşî Poyraz û malbata wê dikin. Ez di heman demê de dilsoziya xwe pêşkêşî rêveberên HDP’ê yên herêmî dikim.”    Piştî daxuyaniyê, civîn li çapemeniyê girtî dewam kir. Civîn nêzî nîv saetî dewam kir. Landrût, piştî civînê qerefîl danî cihê Poyraz lê hatibû kuştin. Deqeyek rêzgirtin kir.  Şande dûre ji Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê veqetiya.