Doza têkildarî lêdana rojnamevanan hat dîtin 2021-06-21 15:49:06   WAN - Danişîna doza ewil a rojnamevan Îdrîs Yilmaz û Erhan Akbaş li navçeya Erdîşê hat dîtin.    Ji ber rojnamevan Îdrîs Yilmaz û Erhan Akbaş derbarê nelirêtiya projeya berava navçeya Erdîşê ya Wanê ku qeyûmê Erdîşê derxistibû îhaleyê kiribûn nûçe, ji aliyê mutehid Şahîn Yagar û xizmên wî ve hatibûn derbkirin. Danişîna doza ewil a li ser giliya Yilmaz û Akbaş hatibû vekirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Erdîşê hat dîtin. Îdrîs Yilmaz beşdarî danişînê bû. Şahîn û Mehmet Yagar ên di demekî nêzîk de ji ber “xapandina biwesf” hatibûn girtin ji Girtîgeha Tîpa A ya Erdîşê  bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.    Piştî parastinên hatin kirin. Şandeya dadgehê danişîn taloqî 13’ê cotmehê kir.