Baroya Amedê: Divê penaber bên parastin 2021-06-21 15:55:34   AMED - Navenda Mafê Mirovan a Baroya Amedê, bal kişand ser mexdûriyetên penaberên Afgan ên li otogarê dijîn û xwest penaber di çarçoveya Statuya Parastina Neteweyî de bên girtin.    Navenda Mafê Mirovan a Baroya Amedê, bi boneya 20’ê Hezîranê Roja Penaberên Cîhanê, li ber avahiya Alîkarî ya Edliyê daxuyanî da û rapora xwe ya têkildarî penaberên li Otogara Amedê dijîn, ji raya giştî aşkere kir. Serokê Baroyê  Nahît Eren û endamên Komîsyona Mafê Penaberan beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Komîsyona Mafên Penaberan Bawer Mizrak rapor xwend.   HERÎ KÊM 82 MILYON PENABER   Mizrak, diyar kir ku i milyonan mirov hene ku ji ber şer û pevçûnan neçar man ku welatên xwe terk kirine û wiha axivî: “Li gorî danayên sala 2020’an ên Komîsertiya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, 82 milyon mirov neçar mane ku cih û warên xwe terk bikin. Yek ji welatên ku mirov neçar dimînin cih û warên xwe terk bikin Tirkiyeyê. Bi taybetî penaberên ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviyan Tirkiyeyê bi krîzên mirovî re rû bi rû ne. Li gorî danayên Midûriyeta Giştî ya Birêvebirina Penaberan, ji Hezîrana 2021’an ve, 3 milyon, 678 hezar û 527 sûriyeyî xistine statuya Parastina Demkî. Bi vê yekê re koçberên Afxanî civaka duyemîne ku herî zêde koçberî Tirkiyeyê dikin.”    PÊDIVIYÊN WAN ÊN BINGEHÎN NAYIN PÊŞWAZÎ KIRIN   Mizrak, tespît û çavdariyên xwe yên derbarê penaberên Afgan ên li Otogara Amedê de jî, wiha rave kir: “Penaberên li vir ew koçberin ku ji ber şerê li Afganistanê direvine. Ji sala 2017’an ve koçberên afganî ji koçberên bêserûber zêdetir bûne. Di 2019’ab de, ev hejmar derket 201 hezar 437’an. Ev penaberên afganî bi rojan li Otogara Amedê dimînin. Bi tu awayî pêdiviyên wan ên bingehîn nayin pêşwazî kirin.”   Mızrak, herî dawî xwest penaber di çarçoveya Statuya Parastina Neteweyî de bên girtin û hemû pêdiviyên wan bên pêşwazî kirin.