Serlêdanên "Torên hişbirê biqetînin" dest pê kirin 2021-06-21 16:03:20   ŞIRNEX-  Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Şirnexê, ji bo tûrnûvaya fûtbolê ya ku wê bi şîara "Torên hişbirê  biqetînin" li dar bixe, serlêdanan da destpêkirin.   Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), ji bo ku balê bikişîne ser şerê taybet, fûhûş, tiryak û talankirina xwezayê bi şîara "Torên hişbirê biqetînin"dest bi turnuvayê kir.  Ji bo tûrnûvayê meclisê dest bi qebûlkirina serlêdanan kir. Wê serlêdana heta 30'ê hezîranê bidomin. Wê tûrnûva serê tîrmehê dest pê bike û dê heta 2 mehan berdewam bike. Tîmen ku bixwazin tevlî tûrnûvayê bibin dikarin serî li rêxistinên HDP'ê yên navçeyan û bajar bidin.    WÊ BALÊ BIKŞÎNIN LI SER QIRKIRINA XWEZAYÊ     Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê Şirnexê Delîl Ûrek, derbarê naveroka tûrnûvayê de axivî û ev tişt got: "Armanca me ew e ku em bi vê turnuvayê balê bikişînîn li ser pirsgirîkên civakî. Bi vê tûrnûvayê em dixwazin li welat pêşiya hêstiyariyekî vekin. Ev tûrnûva li her deverên Tirkiyeyê dest pê kir. Weke Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Şirnexê em jî tevlî vê tûrnûvayê bûn. Ev tûrnûva wê heta 2 mehan bidome. Turnuvaya me ji hevalên jin û mêr pêk tê. Armanca me ew e ku bi taybetî balê bikişînîn ser qirkirina xwezayê. Em bang li hemû ciwanan dikin ki tevlî vê turnuvayê bibin."