'Pirsgirêka bi milyonan penaberan pirsgirêka çîna karkeran e' 2021-06-21 17:07:04   STENBOL - Seroka Komeleya Şopandina Koçberiyê Kamîle Kandal, da zanîn ku di Tirkiyeyê de 3 milyon û nîv penaberan zêdetir hene û pirsgirêkên bi milyon penaberên ku bêqeyd û bêsîgorte tên xebitandin û pirsgirêkên çîna karkeran heman in.    Komeleya Şopandinê ya Koçberiyê, bi boneya 20’ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê li pêş Mizgefta Şîşlî ya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo cîhaneke bê sînor, bê nefret û bê mêhtin em li cem penaber û kesên bi darê zorê ji cihê xwe hatin der in” hat vekirin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Zuleyha Gulum, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk (HDK) Cengîz Çîçek û Esengul Demîr û nûnerên Sendîkaya Lîmter-Îş a girêdayî DÎSK’ê beşdar bûn.    Di daxuyaniyê de ewilî Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum axivî. Gulum Denîz Poyraz a hat qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Denîz Poyraz jî di encama polîtîkayên şer ên li dijî gelê kurd di salên 90’î de dihat birêvebirin mecbûr ma gundê xwe terk kir û bû penaber. Ji Mêrdînê koçî Îzmîrê kirin. Soza me ji Denîz Poyraz re heye ku tekoşîna wê em ê bidomînin û jiyana ku ji bo têdikoşiya em ê ava bikin. Cîhaneke ku kesek ji cih û warên xwe nebe û di nava aştiyê de bibe daxwaziya me ye.”   ‘PENABERÎ NE TERCÎH E’   Serokê Giştî yê Sendîkaya Lîmter-Îş’ê Kamber Saygili jî qala pirsgirêkên ku penaber dijîn kir û wiha axivî: “Penaberî an jî koçberî ne tercih e. Encama pergala kapîtalîst û emperyalist e. Penaberî rûyê dagirkerî, mêtîngerîyê dide nîşandan. Niha jî ji aliyê desthilata siyasî ve weke rantekê tên bikaranîn.”   ‘PIRSGIRÊKA PENABERAN, PIRSGIRÊKA ÇÎNA KARKERAN E’   Seroka Komeleya Şopandinê ya Koçberiyê Kamîle Kandal jî diyar kir ku di Tirkiyeyê de ji xeynî 3 milyon û 600 penaberên sûriyeyî yên qeydkirî, 330 hezar penaberên ji welatên din hene û wiha got: “Bi ser Wan, Îran û Afganîstanê re û bi ser Sûriyeyê re koçber tên Tirkiyeyê. Ev jî mêhtina kedek, karekî zêde, jiyana bêsîgorte û xebitandina bêqeyd e. Pirsgirêkên bi milyon penaberên ku bêqeyd û bêsîgorte tên xebitandin û pirsgirêkên çîna karkeran heman in.”