Li Samsûnê êrîşa li ser HDP'ê hat şermezarkirin 2021-06-21 19:33:06     SAMSÛN – Hêzên Ked û Demokrasîyê yên Samsûnê, bertek nîşanî êrîşa li ser HDP'a Îzmîrê û kuştina Denîz Poyrazê dan û gotin: "Li vî welatî em ê nehêlin kujer bên beraetkirin."    Hêzên Ked û Demokrasîyê yên Samsûnê, li Bihura Suleymaniyeyê ya navçeya Îlkadimê êrîşa li ser HDP'a Îzmîrê û kuştina Denîz Poyrazê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Di dema daxuyaniyê de pankarta li ser "Em ê rê nedin dijminên demokrasî, wekhevî, azadî û biratiyê" nivîsandî hat vekrin. Gelek welatî tevli daxuyaniyê bûn.    Li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Samsûnê Hevseroka HDP'a Samsûnê Fatma Çelîk metna daxuyaniyê xwend. Çelîk, destnîşan kir ku faşîzma AKP-MHP'ê ji bo îqtidara xwe biparêze êrîşê dibe ser HDP'ê û got: "Çeka li Denîz Poyrazê hat teqandin, li gelê kurd, li gelên Tirkîyeyê, li siyaseta demokratîk û li hemû hêzên ked-demokrasiyê û derdora muxalif hatiye teqandin."    Çelîk, bilêv kir ku ê têkoşîna wan a li hemberî kesên ku dixwazin pêşeroja gelên Tirkîyeyê tarî bikin bidome û got: "Em ê bi hev re pêşerojeke demokratîk û azad ava bikin."    ‘EM Ê NEHÊLIN'    Çelîk, destnîşan kir ku ew ji Mereşê, Çorûmê, Gazîyê, Sêwazê, Pirsûsê û Gara Enqereyê van êrîşan û komkujiyan nas dikin û got: "Em Hêzên Ked û Demokrasîyê yên Samsûnê, em ê teslîmî van çalakiyên qirêj ên îqtidarê û van çavtirsandinên wê nebin. Em kesên aştîxwaz, em kesên doza wekheviyê û azadî û edaletê dikin em ê mil bidin milê hev du û têkoşîna xwe bidomînin. Û em ê li vî welatî nehêlin kujer bên beraetkirin."