Mûsa Çîtîl gilî kir, derbarê Eren Keskîn û 2 rojnamevanan de lêpirsîn hat destpêkirin 2021-06-21 20:14:31   MÊRDÎN – Cîgirê Fermandarê Fermandarîya Cendirmeyan a Giştî Mûsa Çîtîl ku giliyê rojnamevan Ahmet Kanbal, Yagmûr Kaya û Eren Keskînê kiriû, piştî gilîkirinê derbarê her sê kesan de lêpirsîn hat destpêkirin.    Cîgirê Fermandarê Fermandarîya Cendirmeyan a Giştî Mûsa Çîtîl, bi îdiaya "Kesên li dijî terorê têdikoşin kirine hedef" giliyê rojnamevan Ahmet Kanbal, Yagmûr Kaya û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskînê kiribû. Piştî gilîkirinê derbarê her sê kesan de lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Aydinê hatibû destpêkirin. Nivîsek ji Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê re hat şandin û hat xwestin îfadeya rojnamevan Ahmet Kanbal bê girtin. Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê jî telefonî Kanbal kir û xwest îfadeyê bide. Piştî vê Kanbal bi parêzerê xwe re çû midûriyetê û îfade da û piştî îfadeyê Kanbal ji midûriyetê derket.   Çawîşê Pispor Mûsa Orhan li Sêrtê tecawizî Îpek Erê kiribû û paşêÎpek Erê xwe kuştibû. Piştî vê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû jî HDP'î hedef nîşan dabûn. Eren Keskîn jî derbarê vê daxuyaniya Soylû de daxuyaniyek dabû û ji ber vê daxuyaniyê derbarê Keskînê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Kanbal jî nûçeya MA'yê ya derbarê vê daxuyaniya Soylû de tevî daxuyaniya Eren Keskînê parve kiribû û ji ber vê derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.   Yagmûr Kaya jî ji ber hevpeyvîna wê ya bi Eren Keskînê re ketiye ber lêpirsînê.