Hevserokê HDP'a Agiriyê hat berdan 2021-06-22 08:24:39   AGIRÎ - Hevserokê Rêxistina HDP'a Agiriyê Cemal Akar ê hat binçavkirin serbest hat berdan.    Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Bajêr ê Agiriyê Cemal Akar duh ji bo îfade bide çûbû Miduriyeta Polîsan a Agiriyê. Polîsan wî li vir binçav kiribû û piştî îfadeyên wî girtin serbest berdan. Hat zanîn ku Cemal Akar bi îdiaya di daxuyaniya 18'ê hezîranê de têkildarî qetilkirina Denîz Poyraz daye bi îdiaya heqaret li Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû kiriye hatiye binçavkirin.