Dirûşmeya 'Leyla Guven rûmeta me ye' wekî sûc hat hesibandin 2021-06-22 09:02:57 AGIRÎ - Hevserokê HDP'a Agiriyê Cemal Akara, di dema daxuyaniyê derbarê girtine Leyla Guvenê de dirûşmeya "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kiriye. Dozgeriyê ev daxuyanî wekî sûc hesibandiye.    Derbarê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Agiriyê Cemal Akar de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Agiriyê jî îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de dirûşmeya "Leyla Guven rûmeta me  ye" sûc hatiye hesibandin.    HDP'a Agiriyê di 22'yê Kanûna 2020'î de derbarê girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê de daxuyaniyek dabû. Akar jî piştî daxuyaniyê dirûşmeya "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kiribû.    Di îdianameyê de dirûşmeya "Leyla Guven Rûmeta me ye" sûc hatiye ehsibandin. Her wiha parvekirinên Akar ên li ser medyaya sanal ên derbarê çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan jî sûc hatine hesibandin. Hevpevîna Akar a derbarê tecrîda Îmraliyê de ku di ajansa me de hat weşandin jî sûc hatiye hesibandin.