14 endamên Partiya Şoreşger û Dev-Guçê hatin binçavkirin 2021-06-22 09:47:59   STENBOL - Polîsan bi ser malên endamên Partiya Şoreşger a Yekgirtî û Dev-Guçê de girtin û 14 kes binçav kirin.    Polîsan vê sibehê li Stenbolê bi ser malên endamên Partiya Şoreşger a Yekgirtî û Hêzên Ciwanên Şoreşger (Dev-Guç) de girtin. Di serdegirtina malan ên li navçeyên Stenbolê de 14 kes hatin binçavkirin. Ji ber ku biryara veşarî li ser dosyeyê heye hêceta binçavkirinan nehat zanîn .    Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Beyza Çapar, Sedef Ozer, Bekîr Açar, Başak Yeşîlot, Omer Şengul, Ozgur Sazlik, Mûrat Pîrcan Yaratan, Yeşîm Tukel, Çagla Denîz Gunduz, Hasan Taş, Mazlum Orûç, Umut Dogan, Muhammed Şahîn Ûca, Îbrahîm Zencîr.