Fezlekeya ku nehat Meclîsê di îdianemeya HDP’ê de ye! 2021-06-22 12:32:49   ENQERE - Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen ê TRT’ê derbarê wî de weke ku “fezlekeya wî nîne” bi rojan nûçe servîs kir, fezlekeya ku negihiştiye wî û Meclîsê di îdianameya girtina HDP’ê de cih girt. Ozen ê beriya 3 salan bû endamê partiyê, kirin rêveberê payebilind.    Di nav kesên ku di îdianameya derbarê girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de qedexeya siyasî jê re tê xwestin Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen ê di rêza 29’emîn de cih digire jî heye.    DI 3 SALAN DE BÛ PAYEBILIND!    Ozen ê di sala 2018’an de bû endamê HDP’ê di îdianameyê de weke “kesê ku di partiyê de payebilind e peywîr girtiye” cih digire. Di îdianameyê de Buroya Parlementeran a Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Ozen de fezlekeyeke bi hejmara 2021/243 amade kiriye û axaftina wî ya di 27’ê tebaxa 2018’an de ku qeyûman şermezar kiriye, kirine mijara sûc.    FEZLEKE NEHAT MECLÎSÊ   Lê derbarê Parlementerê HDP’ê Zeynel Ozen de tu fezlekeyên ku hatine Meclîsê tune ne. Tu peywîrên payebilind ên Ozen jî tune ne û tenê weke parlementerek xebatên xwe didomîne.    TRT’Ê HEDEF NÎŞAN DABÛ    Di nûçeya TRT'ê de ku şeva 11’ê hezîranê di bernameya Nêrîna Şevê de hatiye servîs kirin de wiha hatibû gotin: “Di Meclîsê de derbarê 59 HDP’iyan de 930 dosyayên hatine amadekirin hene. Ji HDP’ê tenê derbarê Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen de fezleke tune ye.” Ev nûçe di bernameyên cuda de gelek caran hat serwîskirin.    OZEN: JI ÎDIANAMEYÊ HÎN BÛM   Ozen ji MA’yê re axivî wiha got: “Fezlekeyeke ku derbarê min de hatiye amade kirin û gihiştiye Meclîsê tune ye. TRT gelek nûçe çêkir û ragihand ku fezlekeya parlementerê HDP’ê Zeynel Ozen nîne. Lê heye! Fezlekeya ku derbarê min de hatiye amade kirin ne ji Meclîsê ji îdianameyê hîn bûm.”    Ozen derbarê sûcdariyên avêtine ser wî ku di îdianameyê de cih digirin jî wiha got: “Min gotiye Amed û wezîrê dagirkirinê yê navxweyî. Ez îro jî dibêjim, êz ê sibê jî bibêjim. Di îdianameyê de di rêza 29’emîn de me, di nava 520 kesan de xistine rêza 29’emîn. Ez weke rêveberê rêxistinê hatime nîşandan. Bi gotina wan nabe. Ez 30 sal in di tevgera elewiyan de têdikoşim û hatim vir. Di sala 2018’an de bûm endamê partiyê. Ev me weke xwe dibînin. Difikirin ku bi bertilan em tên cihekê. Ev îdianame ji bo ku were nivîsîn hatiye nivîsîn. Ji bo ku bibe karek hatiye nivîsîn.”   MA / Denîz Nazlim