Çapameniya kurd talankirina pîşesazî, zeytûn û berhemên dîrokî ya li Sûriyeyê gelek caran nivîsand! 2021-06-22 12:35:34 RIHA - Talankirina pîşesaziya Helebê, zeytûnên Efrînê, dexl û zadê Grê Spî û berhemên dîrokî ku rojnamevan Serdal Akînan anîn ziman, beriya niha çapameniya kurd gelek caran aniye rojevê.  Rojnameger Serdal Akîna, beriya çend rojan tevlî weşan KRT TV'yê bûbû û hin agahiyên ku derbarê talankirina ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li Sûriyeyê tê kirin parve kiribûn. Akînan, got ku herêma herî girîng a pîşesaziyê ya Sûriyeyê hatiye talankirin û amûrên kargehan veguhastine Tirkiyeyê. Akînan, da zanîn ku piraniya vê talankirinê bi destê şîrketa hevjînê rojnamereke jin a nûnertiya Enqereyê dike hatiye kirin. Her wiha Akînan, diyar kiribû ku darên zeytûnan ji kokê ve ji cihê xwe hatine derxistin û ji bo Tirkiyeyê hatine veguhastin û şîrketa ku vê dike jî şîrketa birayê wezîrekê AKP'ê ye.    Vê talankirina ku Akînan anî rojevê, beriya niha gelek caran ji aliyê çapameniyê kurd ve bûbû mijar û gelek nûçe hatibûn amedekirin. Ji aliyê çapemeniya kurd ve talankirina pîşesaziya Helebê, zeytûnên Efrînê, dexl û zadê Grê Spî û berhemên dîrokî gelek caran bi belgeyên wan ji raya giştî re hatibû ragihandin.    ZEYTÛNÊN EFRÎNÊ VEGUHASTIN TIRKIYEYÊ   Beriya dagirkirina Efrînê ya bi destê Tirkiye û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) di navbera 18-20 milyonan de darên zeytûnan li Efrînê hebûn. Çavkaniya bingehîn a debarê li bajar zeytûn bûn û salê 270 hezar ton zeyt dihat hilberandin.  Piştî dagirkirinê 15 hezar donim darên zeytûnan hat tunekirin û hilberandina zeytê li bajar daket 75 hezar tonan.    Piştî dagirkirinê bihayê zeytûnan jî daket û bazirganên ereb zeytûnan derbasî Tirkiyeyê kirin û li vir firotin. Bi navê "zeytûnên ereb" zeytûnên Efrînê heta Iraqê jî birin. Dîsa zeyta Efrînê bi etîketa "zeyta tirk" ji bo welatên Yekitiya Ewropayê (YE) hat firotin. Nûçeya derbarê talankirina zeytûnên Efrînê bi lînkê dikare bê xwendin:    ZEYTA EFRÎNÊ LI PARLAMENTIYA SWÎSRÊ YE   Di hûrguliyên nûçeyê de agahiyên derbarê zeyta Efrînê de ku Parlamenterê Partiya Demokrata Kevneperest Bernhard Guhl dibe rojeva Parlamentoya Swîsreyê jî heye. Guhl, di axaftina xwe de ev tişt gotibûn: "Li Efrînê ku dibin dagirkeriya Tirkiyeyê de eye zeytûn ji aliyê hêzên tirk û milîtanên ku piştgiriya wan dike ve tên talnkirin. Zeytûnên ku didizin li Îspanyayê difiroşin."   DIZÎNA 16 HEZAR BERHEMÊN DÎROKÎ   Talankirina berhemên dîrokî yên li Efrînê ku ji aliyê balfirên Tirkiyeyê ve dihatin talankirin jî gelek caran bûn mijara çapameniya kurd. Girên Darê ku ji aliyê UNESCO'yê ve weke bajarê herî girîng ê dîrokî yê Sûriyeyê hatibû îlankirin, ji aliyê balafirên tirk ve hat bombebarankirin. Di encama êrişên Tirkiyeyê de Keleya Nebî Hûrî, Perestgeha Marmaron û navendên baeriyê yên êzidiyan hatin hilweşandin. Piştî ku bajar hat dagirkirin gelek berhemên dîrokî hatin dizîn û derbasî Tirkiyeyê hatin kirin. Tê payîn ku 16 hezar berhemên dîrokî hatine dizîn. Nûçeya derbarê talankirina berhemên dîrokî yên Efrînê bi lînkê dikare bê xwendin:    176 HEZAR DEXL Û ZAD HAT TALANKIRIN   Piştî Efrînê li Grê Spî û Serê Kaniyê jî bi dagirkirina Tirkiyeyê re talankirina dexl û zad dest pê kir. Li her du bajaran weke zeytûnên Efrînê ceh û genim hatin dizîn û derbasî Tirkiyeyê hatin kirin. Li Grê Spî dema ku gel nan nedît û serî hil dida Tirkiyeyê ji Grê Spî û Serê Kaniyê 176 hezar ton dexl û zad veguhast Rihayê. Nûçeya ku ajansa me derbarê vê mijarê de derbas kir bi lînkê dikare bê xwendin: http://mezopotamyaajansi35.com/tum-haberler/content/view/138081   Li van bajarên ku hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li wan cih bûne derî, pace û mobîlya jî hatine talankirin.   PÎŞESAZIYA BAJAREKÎ HAT TALANKIRIN   Piştû ku Heleb ket bin kontrola Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) ku Tirkiye û Erebistana Siûdî piştgirî didane wan, pîşesaziya wê hat talankirin. Ev talankirin jî di çapameniya kurd cih girt û derbarê mijarê de nûçe hatin derbaskirin. Di nûçeyeke Rojnameger Abdurrahma Gok a derbarê vê talankirinê de navbernaveke wiha ye: "Pîşesaziya welatekî dizîne." Di beşeke nûçeyê de tê gotin ku kargeh û makîneyên wan hatine talankirin. Nûçeya derbarê vê talankirinê bi vê lînkê dikare bê xwendin:    PÎŞESAZIYA HELEBÊ VEGUHASTIN DÎLOKÊ   Di nûçeyeke Rojnameger Nazim Daştan a derbarê talankirina Helebê de qala rola Belebê ya di bazirganiyê de tê kirin û tê gotin ku komên selefî yên li Helebê pîşesaziya bajar desteser kirine û jargehan vala kirine û berhemên wan derbasî Ezazê û ji vir jî derbasî Dîlokê kirine. Daştan, di berdewama nûçeya xwe de dibêje ku hêza kar a li Helebê ji bo bajarên Dîlok, Stenbol û bajarên hundir ên Tirkiyeyê hatine veguhastin. Nûçeya derbarê vê talankirinê jî bi vê lînkê dikare bê xwendin:    MA / Bariş Polat