Onaran a ÎHD’yî hat binçavkirin 2021-06-22 13:42:29   STENBOL - Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Hatîce Onaran, di serdegirtina malê de hat binçavkirin. ÎHD’ê xwest ku Onaran were berdan.    Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Hatîce Onaran, di çarçoveya lêpirsîneke bi dîroka 2019 ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê ve tê birêvebirin de hat binçavkirin. ÎHD’ê, têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û xwest Onaran were berdan.    ‘ONARANÊ DEMILDEST BERDIN’   ÎHD’ê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Onaran ji ber xebatên xwe yên parastina mafên mirovan hatiye binçavkirin û wiha got: “Em dixwazin ku zextên li ser parazvanên mafên mirovan bên bidawîkirin û hevala me demildest were berdan. Pirsgirêkên cidî yên Hatice Onaran hene û roja pêncşemê randevûya wê ya emeliyatê heye. Ji ber vê yekê divê demildest were berdan.”