Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê derket 2021-06-22 18:40:13       RIHA - Emîne Şenyaşar ku li nêrdevanên avahiya edliyeyê ji hêrsa tansîyona wê û şekirê wê zêde bûbû û wê bi zorê rakiribûn nexweşxaneyê, ji nexweşxaneyê derket. Bijîşk ji Şenyaşarê re got divê bêhna xw evede. Şenyaşar, dê sibê zû cardin biçe ber avahiya edliyeyê.    Emîne Şenyaşar ku parêzvan û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibûn, ew û kurê xwe Ferît Şenyaşar bi mehan e ji bo "edaletê" têdikoşin. Emîne Şenyaşar, di roja 106'an a çalakîya xwe de ji hêrsa tansiyona wê û şekirê wê rabûbûn û wê bi zorê rakiribûn nexweşxaneyê. Şenyaşar ku wê rakiribûn Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înanê, bijîşk ew muayene kir û piştî muayeneyê ji nexweşxaneyê derket.   Bijîşk, ji Şenyaşarê re got divê bêhna xwe bide, lê Şenyaşarê jî diyar kir ku dê li malê nesekine û sibê dîsa biçe ber avahiya edliyeyê.