Nobeta ji bo Poyrazê tê girtin didome 2021-06-22 21:42:35     ŞIRNEX - Li Botanê çalakiya nobeta Denîz Poyraz di roja 6'an de didome.   Di 17'ê Hezîranê de kujer Onur Gencer êrîş biribû ser avahiya HDP'ê û xebatakara partiyê Denîz Poyrazê kuştibû. Piştî vê êrîşê HDP'ê li gelek deveran  ji bo Poyrazê çalakiya nobetê da destpêkirin. Li Botanê jî çalakiya nobetê di roja şeşan de didome.    Li Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Sîlopî, Hezex, Qilêban û Elkê çalakiya nobetê di roja 6'an de didome. HDP'iyên ku di nava rojê de sersaxiyan qebûl dikin, bi şev jî çalakiya nobetê li dar dixin.